DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Welatiyên Enqere: Ger qeyûm hebe çima hilbijartin heye

 
14 Îlon
09:18 2016

ENQERE (DÎHA) - Welatiyên Enqereyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku ger qeyûm hebe çi pêdivî bi hilbijartinê heye û ne hewce ye ew biçin ser sindoqan dengê xwe bikar bînin.

Îktîdara AKP'ê di 36'emîn salvegera îlana darbeya leşkerîya 12'ê Îlonê de li dijî 24 şaredariyên DBP'ê bi giştî 28 şaredariyan qeyûm tayîn kir û walî û qeymeqam danîn ser şaredariyan. Piştî 28 şaredarî hatin desteserkirin bertek û nerazîbûnên li dijî qeyûman jî zêde dibin. Welatiyên Enqereyê berek nîşanî tayînkirina qeyûmê dan û diyar kirin ku ger qeyûm hebe çi pêdivî bi hilbijartinê heye.

Ciwanê 20 salî Abdurrahman Aydogan, diyar kir ku ji bo qeyûm bê tayînkirin divê sedemên ku gel qebû dike hebin û wiha got: "Lê li Kurdistan rewş dijberî vê yekê ye. Qeyûm li dijî vîna gel hatin tayînkirin. Bi qeyûmê şaredarî desteser kirin û vîna gel bi zorê desteser kirin. Li şûna aramiya mirovan çêkin aramiyê xera dikin. Bi jêbirina navên kurdî û desteserkirina şaredariyan pirsgirêk çareser nabe."

'Yên li dijî darbeyê gel daxistin kolana wan bi xwe darbe kir'


Welatiyê 30 salî Mehmet Aydogan jî anî ziman ku Serokomar Erdogan li dijî darbeyê hemû gel daxist kolanan, lê îro ew bi xwe li dijî vîna gel darbeyê pêk tîne û wiha got: "Hem vîna gel desteser kirin û hem bi darbeyê kedkarên perwerdehiyê ji peyvirê girtin. Ev li dijî demokrasî û mafê hilbijartinê ye."


Welatiyê 40 salî Murat Çelik anî ziman ku AKP'ê vîn gel desteser kiriye û wiha got: "Li Rojavayê Tirkiye dibêje demokrasî û miled dadixe kolanan, li bajarê kurdan darbeyê pêk tîne. Ev nakokiya herî mezin e. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Ya muhîm em vê yekê qebûl nekin û puç bikin.

'Bi xwe zagonên xwe binpê dike'

Welatiya 38 salî Cavidan Nizamoglu jî anî ziman ku kesên dibêjin vîna gel ew bi xwe vîna gel binpê dikin û bi xwe zagonên xwe binpê dike.

'Ger wisa be çima hilbijartinê pêk tînin'

Nergis Yalçın (35) jî bertek nîşanî qeyûmê da û diyar kir ku ger dê bi qeyûmê vîna gel desteser bikin wê demê çima hilbijartinê pêk tînin. Hilbijartin bê wate ye. Qeyûm dê bi xwe re alozî û tevliheviyê zêde dike.

Îlayda Altınok (23) jî xwest gelê Rojava li hemberî vê yekê bêdeng nemîne û bertekên xwe bînin ziman. Altinok, xwest her kes li hemberî vê yekê bibin yek û bêtir dengê xwe bilind bike.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN