'Em qeyûmê warê me wêran kir nas nakin'
ŞIRNEX (DÎHA) - Welatiyên Cizîrê ku di qedexeyên derketina kolanan de bajarê wan hat wêrankirin derbarê desteserkirina şaredariyê de wiha axivîn: "Qeymeqamê ku malên me hilweşandin em dê çawa weke şaredar qebûl bikin?"
Welatiyên Cizîra Şirnexê desteserkirina şaredariyê şermezar kirin tayinkirina qeyûmê wekî êrîşa li hemberî vîna xwe bi nav kirin. Cizîriya diyar kir ku carek din hilbijartin pêk were ew dê cardin kesek ji xwe weke şaredar hilbijêrin û divê her kes li hember vê pêkanînê têkeve nava berxwedanê.
'Em dê xwedî li kesên me hilbijartine derkevin'
Şerîfe Adiguzel da zanîn wan di qedexeyê de zarokên xwe wida kirine, malên wan hatine hilweşandin û wiha axivî: "Di pêvajoyên zor û zehmet de şaredariyê piştgirî da me. Em kayyumê ku hatiye şaredariyê nas nekin. Dema ku qedexe hatî îlankirin û malên me hilweşandîn şaredariyê destê xwe dirêjî me kir. Niha dest danin ser şaredariyan. Dîsa hilbijartin werin kirin em dê cardin dengê xwe bidin gelê xwe. Heya ku em dijîn em wan qebûl nakin. Em dê xwedî li kesên ku me hilbijartine derkevin.
'Em ne qeymeqam dixwazin ne jî walî'
Saît Adiguzel jî diyar kir ku hemû riyên demoqrasiyê li pêşiya gelê kurd hatine girtin û ev tişt gotin: "Em ne qeymeqam ne jî walî qebûl nakin. Em bi kesên ji gelê xwe re kêf xweş in. Me bi dengên xwe ev şaredarî bi dest xistin. Qey dê bi zorê ji me wergirin? Ew bi zorê bistînin em jî dê destûrê nedin ku ew bixebitin. Tenê ji ber ku em kurd in vê yekê li me dikin. Em tu dem dev ji kurdbûna xwe bernadin."
'Em dê çawa qebûl bikin ku qeymeqamê malên me wêran kirîn bibe şaredar?'
Hazal Beltekîn destnîşan kir ku dewlet dixwaze bi zorê hin tiştan li kurdan bide qebûlkirin û axaftina xwe wiha domand: "Em ne dev ji kurdbûna xwe ne jî dev ji Kurdistanê berdidin. Em naxwazin ku şaredariyên me bikevin dest tirkan de. Kevir li ser kevir nehêlin em dê dengê xwe bidin xwe. Em ê çawa qebûl bikin ku qeymeqamê malên me wêran kirîn bibe şaredar?"
'Em destûrê nadin ku kayyum bixebite'
Kanîa Beydemîr da zanîn ku ew ê destûrê nedin kesên ku bi qayyuman hatî bixebitin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Zarokên me di bodruman da şewitadin, me nekarî em cenazeyên wan wergirin û malên me hilweşandin. Tenê şaredarî di destê me de maye û em serî lê bidin. Dixwazin şaredariyê jî ji dest me derxînin. Ez bang li hemû gelê me dikim li hember vê yekê li ber xwe bidin."
'Dewlet vîna me qebûl neke em jî wê qebûl nakin'
Firat Ayan bi lêv kir ku AKP'ê bi hilbijartinê nekarî şaredariyê bi dest bixe, dixwaze bi derbeyê vê yekê pêk bîne û ev tişt anîn ziman: "Ji xwe şaredarê me heye. Ew vîna me tune hesab bikin em jî dê wan qebûl nekin. Dewlet dixwaze bi vê yekê vîna me desteser bike. Em di vê zanebûnê de ne û heya dawiyê em dê li ber xwe bidin. Berxwedana me dê berdewam bike."
'Li hember vîna gel derbe pêk tê'
Îsmaîl Acar jî got ku piştî 15'ê Tîrmehê dewletê bang dikir ji bo nobetên demoqrasiyê lê niha ew bi xwe derbe dike û wiha pêde çû: "Kayyumê ku şandine şaredariya me li hember me derbeye. Dibêjin di 15'ê Tîrmehê de derbe pêk hat lê ya ku ew niha dikin derbe ye. Êrîşî vîna me dikin. Çi dikin bila bikim em dê xwedî li vîna xwe, kesên ku me hilbijartine xwedî derkevin. Em kesê weke qayyum hatiye tayînkirin nasnakin. Cardin din hilbijartin pêk werin em dê dengê xwe bidin kesên ji gelê xwe."
(kom/no/mae)