Akademîsyen: Bo şer raweste Ocalan hêvî afirand

ENQERE (DÎHA) - Piştî 18 meh derbas bûn, hêj nû Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin kir. Hîndekaran peyama Ocalan a aştî û çareseriyê nirxandin. Prof. Baskin Oran û Prof. Erol Katrircioglu diyar kirin ku perpirsyarî li ser dewletê ye û Ocalan ji bo xwîn bisekine hêviyek mezin daye.
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 2 salan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî, peyama Ocalan a aştiyê civak bi hêvî kir. Ocalan ragihand ew li Îmraliyê bi hevriyên xwe re xebatên xwe dimeşîne, li ser hin projeyan dixebitin û got "Heke dewlet amade be bila 2 mirovên xwe bişîne em vê pirsgirêkê di 6 mehan de çareser bikin." Her çendî besiv ji hikûmetê nehatibe jî diyar e vê peyamê di serî de Enqere û hemû beşa civakê di aliyê "derûniyê de rihet" kiriye.
Akademîsyen û alîgirên aştîxwez der barê peyamê de nêrînên xwe anîn ziman û destnîşn kirin ku êdî berpirsyar ya dewletê ye.
Oran: Ji bo xwîn rawest hîviyek e
Prof. Dr. Baskin Oran diyar kir ku daxuyanî gelekî nû ye û li ser hemû detayan ne hakîm in, lê dîsa jî ji bo xwîn raweste hêviyek daye afirandin. Oran bi lêv kir ku di pêvajoya Heyeta Aqilmendan de jî AKP ne alîgirê çareseriyê bûye, piştî demek dirêj di hevdîtina yekemîn de Ocalan dîsa behsa aştiyê kiriye û ev peyam bi van gotinan nirxand:
"Ev hêvjiyek e, ji bo ji vê tarîtiyê bê derketin, çirûskeke hêviyê ye. Gog li qada dewletê ye. Tu dixwazî vê xwînê bidî rawestandin an na? Em ê bersiva dewletê ya di vê der barê de di demek nêz de bibînin."
Katircioglu: Siyaseta Tirkiyeyê elît e ji xwe ne bawer e
Prof. Dr. Erol Katircioglu jî aşkera kir ku peyama Ocalan kurt, vekirî ye û her çendî kurt be jî bi bandor e û got "Gelekî bi berpirsyar e û peyameke ku ji Ocalan dihat hêvîkirin e" û bi lêv kir ku "Pêwîstiya Tirkiyeyê tîne ziman" û wiha pêde çû: "Tespîta 'Ev şerekî ku herdu alî hev têkbibin nîne' hatiye kirin. Dîsa dibê 'Ya rast divê dewlet li vir meseleyê çareser bike. Heke di dewletê de daxwaz hebe em amade ne.' Ev ji bo çareserkirina pirsgirêkê nêzikatiyeke gelekî erênî ye." Katircioglu da zanî ew ne di wê baweriyê de ye ku Serokomar Erdogan û hikûmet ji vê peyamê re amade bin û wiha dirêjî da axaftina xwe:
"Nêzikatiyeke wane 'heta em dawiya PKK'ê neynin' didin nîşan. Dê dawiyeke wiha nebe. Ev di salên borî de jî hat ceribandin lê pirsgirêk kûrtir bû. Di pirsgirêka kurd de şidet esasgirtin ne çareserî ye. Tirkiye tenê heke bi kurdan re hev bê dikare aştiyê bîne û bihe dewleteke hêj bi hêztir."
Oneş: Divê çek bêdeng bin
Alîkarê Musteşarê MÎT'ê yê berê Cevat Oneş jî der barê peyamê de nêrînên xwe parve kir û da zanîn di van şertan de peyama Ocalan gelekî girîng e û ev tişt anî ziman: "Her dengê ku aştiyê daxwaz dike gelekî girîng e. Di nava van şertên îroyî de heke peyama 'em vê meseleyê dikarin di 6 mehan de çareser bikin' ji her tiştî girîngtir e. Lê ji bo ev şert bikevin dewrê divê hin tişt pêk bên. Sedem çi dibe bila bibe divê çek bêdeng bibin."
Oneş piştrast kir ku ji ber şer demokrasiya li Tirkiyeyê şehrî bûye, divê peyama Ocalan ji hêla hemû aktoran ve bê nirxandin. Oneş got "Divê Qendîl jî vê peyamê binirxîne, ji bo diyalog pêk bê divê çek bêdeng bibin."
Oneş anî ziman piştî çek bê deng bibin, divê aktor nirxandinên xwe bikin û gotinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên wekî 'Agirbest bi yek alî nabe' jî bi bîr xist û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Bêguman yek alî nabe, lê ji ber şertên Tirkiyeyê be jî divê PKK wekî berê dîsa bi yek alî çekan bêdeng bike û îdiayên xwe, daxwazên xwe di nava geşedanên li Tirkiyeyê û herêmê de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê careke din bigire dest."
(ms)