TSK'ê ji bo dagirkirina Rojava 300 dolar da

DÎLOK (DİHA) - Derket holê ku TSK'ê ji bo axa Rojava dagir bikin 300 dolar daye dagirkeran. Dagirker A.S. diyar kir ku xebatên dagirkeriyê ji aliyê leşker û MÎT'ê ve hat amadekirin û agahiyê didin fermandarê DAIŞ'ê yên li Cerablusê.
Agahiyên nû yên der barê 90 kîlometre dagirkeriya Tirkiye ya axa navbera Cerablus û Ezazê derket holê. Axa ku ji destê çeteyên DAIŞ'ê hat wergirtin, piştî axa Cerablusê heta Ezazê dewrî tugayên El Nusra, Ahrar-u Şam, Nureddin Zengi û Sultan Muratê hatin kirin. Dagirker, diyar dikin ku şerê navxweşî yê Sûriyê rê li pêş hevsengiyên nû vekir û ev hevsengî li dijî kurdan pêş dikevin. Dagirger diyar dikin ku ji bo rêxistinên kurdan li Rojava destkeftiyan bi dest nexin Rojava dagir dikin û hêza xwe li wir bi cih dikin. Dagirkeran destnîşan kir TSK li hemberî dagirkeriya axa Cerablus û Çobanbey (Rai) serê her dagirkerekî 300 Dolar didin.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), piştî komkujiya li Dîlokê ya 20'ê Tebaxê di 24'ê Tebaxê de Cerablus dagirkir û heta xeta Çobanbey (Rai) derbas bû. Hat zanîn ku di nava hêza dagirker de leşker û nedamên Kirgiz, Ozbek û Tacikî jî hene.
Amadekariyê dagirkeriyê MÎT û leşker dikin
Dagirkeran destnîşan kirin ku bi taybetî ji navçeyên Belkîs, Karkamış, Tîlbîşar, Kîlîs û Eliyê Mentarê û gundên wan tev li çetayan dibin. Dagirkerê bi navê A.S., destnîşan kir ku bi çeteyan re ketin Cerablusê û wiha got: "Bi taybetî ji bo dagirkirin û wêrankirina Cerabklusê ji Tirkiye ketin Cerablusê. Leşkeran ji mere got hûn têkevin Cerablusê ji bo her kesekî dê 300 Dolar bê dayîn. Ji xwe di dema DAIŞ'ê de min qaçax vanî dikir.
'Wekî kuryeyên DAIŞ li sînor dixebitin'
Dagirker, dazanîn ku berî TSK Cerablusê dagir bike li ser sînor leşker û muhîmat bi cih digir û wiha got: "Berê leşkeran bi dizî amadekarî dikir. Lê niha aşkere li ser sînor amadekariyê dike. Di serî de kesên ji gundên Onculer, Alagoz, Karanfilê yên Karakamişê tev li dagirkirina Cerablusê bûn. Hemû kesên tev li dagirkirina Cerablusê bûn tev berê têkiliya wan û DAIŞ'ê bi hevre nebûn. Piştî dewletê biryar da hemû li gel leşkeran li hemberî pereyan tev li dagirkirina Cerablusê bûn."
A.S., da zanîn ku ji bo Cerablus nekeve bin dagirkeriya YPG û QSD'ê Cerablus dagirkirin û wiha got: "Amîrên DAİŞ'ê hêj li wir in. Gelek endamên DAİŞ'ê li wir tevî leşkeran tev digerin. Amîrên DAIŞ'ê leşkeran arasteyî yekîne û kozikên YPG û QSD'ê dikin.
(mae)