DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ev jî dagirkirina OHAL'ê ye!

 
14 Îlon
09:15 2016

EDENE (DÎHA) - Midûriyeta Polîsan a Edeneyê di çarçoveya OHAL'ê de avahiya SEYMER'ê dagir kir û veguherand qereqolê. Welatiyan diyar kirin ku ew poyîs û qereqolê naxwazin û aramiya wan nemaye.

Midûriyeta Polîsan a Edeneyê li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê avahiya Navenda Fêrkirina Pîşeyê (SEYMER) a aydî Şaredariya Seyhanê ya CHP'î veguherand qereqolê. Polîsan tabela û deriyên SEYMER'ê bi qorsanî şikandin û li dora navendê jî kamerayên deng û dîmenan digirin bi cih kirin. Welatiyên ku li hemberî avahî veguherandina qereqolê nerazîbûn nîşandan û xwestin polîs avahiyê biterikînin.

'Jiyana me ya taybet nemaye'

Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide li hemberî pêkanînê nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Li dora avahiyê gelek kamera hatine bicihkirin. Ev kamera ji 100 metreyî deng û dîmenan dikarin bigirin. Çend kamera hundirê mala min dibînin. Tu mahremiyeta jiyana me ya taybet nemaye. Em dixwazin polîs vê derê biterikînin."

Welatiyekî din jî anî ziman ku polîs her tim li taxê dewriye digerin, avahiya ku kirine qereqol jî li hundirê taxê ye û wiha berdewam kir: "Li vir dibe ku êrîşek hebe. Mirovan ji bo xwe wekî mertal bi kar tînin. Bi aweyekî qorsanî hatin û evder dagir kirin. Em li vir ne qereqol ne jî polîsan naxwazin. Em aramiyê dixwazin. Aramiya me nemaye. Divê şaredarî mudaxaleyî vê yekê bike."

Têkîldarî mijarê Midûrê Karên Civakî û Çandê ya Şaredariya Seyhanê Guven Boga jî got ku Walîtiya Edeneyê ji bo ku polîs avahiyê bi kar bînin ji wan xwastiye lê şaredar ev daxwaz qebûl nekiriye. Boga wiha axivî: "Şaredarê me Zeydan Karalar got ku baxçeyê li pişt avahiyê bikaranîn jî dê bandoreke neyînî li ser hatin û çûyînên SEYMER'ê bike. Li SEYMER a ku salê 500 kes perwerde dibin niha perwerdehiyê hatiye rawestandin. Ev pêkanîn a ku şaredariyê erê nekir lê di çarçoveya OHAL'ê de qada me ya perwerdehiyê bi vî rengî ji aliyê emniyetê ve bikaranîn xebatekî ji bo xizmeta cemaweriyê kiriye."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN