Li Hasirliyê rûxandin û ‘restorasyon’ bi hev re tê kirin

BÊRÎTAN ÎRLAN
AMED (DÎHA) - AKP'ya ku di bin navê restorasyonê de Sûrê ji bo rantê pêşkêşî alîgirên xwe dike, li aliyê din jî malên gel hildiweşîne. Li aliyekî mal tên xera kirin û li aliyekî jî Dêra Katolîk a ermaniyan jî tê "restore kirin."
Hêzên dewletê ji 2’yê kanûna 2015’an heta 9’ê adara 2016’an navçeya Sûrê ya Amedê bi tang û topan rûxandin. Piştî 9’ê adara 2016’an jî di “qedexeyê” de bi makîneyên kar ketin navçeya Sûrê û gelek cihên dîrokî (mizgeft, dêr, hemam, kanî, malên dîrokî malên gel) ruxandin. Xirabeyên ku ji Sûrê derketîn jî bi makîneyên kar rijadin erdê Zanîngeha Dîcleyê. Tiştên ku ji malan jî derketîn li alîgirên xwe belav kirin. Hêzên dewletê û AKP îdia dikin ku ew Sûrê restore dikin, ji aliyê din ve jî malên gel yên li 4 taxên berxwedanê hildiweşînin.
Piştî rûxandinê di 7’ê îlonê de bi raya giştî hat parvekirin ku dê Dêra Katolîk a ermeniyan, Mizgefta Kurşunlu "bê restorase kirin" û ev "restoras" dest pê kir. Piştî cejnê jî dê gelek cihên din bên "restor kirin." Hat hînbûn ku fîrmaya "restorasyonê" ya Aykaç ku girêdayî kesê bi navê Ş.A ye "restorasyona" vê mizgeft û dêrê dike. Hat zanîn ku dê derdora Sûka Şewitî, Kolana Gazî û Melîkahmetê jî bên "restore kirin."
Kesê bi navê Ş.A alîgirê AKP’ê ya û di 15’ê hezîranê de bi biryara dadgehê qeyûm avêtine Zanîngeha Selahattîn Eyubî ya Amedê. Dîsa di hilbijartinên 2011’an de ev kes wek bernamzetê AKP’ê derketibû pêş.
AKP'ya ku li aliyekî Şaredariya Sûrê desterser kir, li aliyê din jî di bin navê "restorasyonê" de Sûr ji bo rantê pêşkêşî alîgirên xwe dike. Ev fîrma û hêzên dewletê li ser daxwaza rayedarên dewlet û AKP'ê ji bo rantê malên gel hildiweşîne. Li gor wêneyên ku ajasa me bi dest xist, taxa Hasirliyê bi giştî hatiye rûxandin û rûxandina li Hasirliyê hêj didome. Her wiha di nav Sûrê de taxa Hasirliyê ji bo "rantê" wek herêma pîlot hat hilbijartin û di bin navê "rantê" de dewlet û fîrmayên alîgirên AKP'ê hne, li gorî dilê xwe navçeya bîr û baweriyan tune dike.
(bg/ms)