DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Welatiyên Amedê: Çareserî bi Ocalan pêkan e

 
14 Îlon
09:12 2016

AMED (DÎHA) - Welatiyên Amedê piştgirî dan peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku heke rayedarên dewlet û hikûmetê gavên çareseriyê biavêje dê ev pirsgirêk di 6 mehan de çareser bibe û gotin ku çareserî bi azadiya Ocalan û rêbazên wî pêkan e.

Li ser nerazîbûn, berxwedan û çalakiyên gelê kurd û dostên kurdan ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 18 mehan agahî hat girtin. Her çiqas agahî ji Ocalan hat girtin, lê tecrîda li ser Ocalan didome. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan piştî di 11'ê îlonê de li Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kir hat Amedê û peyama Ocalan bi raya giştî re parve kir. Welatiyên Amedê jî peyma Ocalan nirxand û destek dan peyamê.

‘Bila êdî Serokê me azad bibe’

Welatiyê bi navê Alî Derîn ê 45 salî hevdîtina bi Ocalan re bibîrxist û got ku ew gelek kêfxweş bûn e. Derîn anî ziman ku ew projeyên Ocalan bi dil û can destek dikin û wiha got: “Birayê Ocalan çû bi wî re hevdîtin pêk anî û peyam şand û got 'projeyên me hene û em dikarin di 6 mehan de ev pirsgirêkê çareser bikin.' Dewlet gavek bi samimî bavêje 6 mehan de dê ev pêvajo bi çareser bibe. Dema ku ev pêvajo çareser bibe li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê jî dê aramî bê. Dewlet desteserkirina şaredariyan berdewam bike ev pêvajo çareser nabe. Edî bila dewlet gavekî bavêje. Êdî Serokê me azad be. Heke Serok azad bibe çi bikeve ser milê gelê kurd dê bike."

Derîn daxuyaniya Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim a "Çareserî mareserî tune ye" jî bi bîr xist û ev tişt got: "Dema dewlet tecrîdê li ser Birêz Abdullah Ocalan raneke çareserî nayê. Serokê me ev çend sal e li Îmraliyê bi tena serê xwe jiyan dike. Em dixwazin hevdîtin her hefte berdewam bike."

‘Ev hevdîtin têra me nake'

Ciwanê 23 salî Xebat Baran jî destnîşan kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berê jî bang li hikûmetê dikir û got ku dewlet bi dil be dê hemû pirsgirêkan di demek kurt de çareser bikin û wiha pêde çû: “Di sala 2013’an de jî Birêz Ocalan pêvajoyê da dest pê kirin. Di wê pêvajoyê de tene ji aliyê kurdan ve gav hatin avêtin. Heke dewlet gav biavêje ev pirsgirêk dê di 6 mehan de çareser bibe. Dewlet gav bavêje ne 6 mehan, dê hêj bi leztir jî çareserî bibe. Birez Ocalan îradeya bi milyonan kesî ye. Ji bo vê jî divê dewlet samimî be. Dewlet her tim rojevê digûherîne. Niha li 4 parçeyê Kurdistanê têkoşînek mezin heye. Ev hevdîtin têra me nake. Bila gelê me ji bo dîtina Serokê xwe rewşeke alternatîf biafirîne.”

'Heta azadiyê bila hevdîtin pêk werin'

Welatiyê 56 salî Ali Încî jî aşkera kir ku lazim e edî dewlet gavan biavêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber hevdîtina bi Serok re em gelek bextewar bûn. Peyamê wî ji bo me gelek balkeş bû û bi nirx e. Ez bang li dewletê dikim êdî bila gavan paş de neavêje. Bila bi lezgînî ji bo çareseriyê gavan biavêje. Her roj zarokên gel jiyana xwe ji dest didin. Me her tim got em aştiyê dixwazin. Daxwaza me ew e ku bi Serokatî re hevdîtin her tim bê kirin."

'Çareserî bi rêbazên Ocalan pêkan e'

Welatiyê bi navê Sayît Arcanlî jî kêfxweşiya xweya ji ber peyama Ocalan parve kir û wiha got: "Wek Serokê me got eger dewlet bi dil be ev şer dê di 6 mehan de bi dawî bibe. Ev şer 40 sal e heye û gelên kurd û tirk 40 sal e tên kuştin. Me carek din jî dît ku tenduristiya Serokê me baş e. Vê yekê kêfxweşî da me. Bila êdî malbat, parêzer û heyet bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ev tecrîda li ser Birez Ocalan pêk tê em qebul nakin. Ev pêvajoya şer tenê bi riyên aştî, çareseriyê û rêbazên Birêz Ocalan dikare bê çareser kirin."

(rd-mg/bg/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN