Endamê Meclîsa DBP'ê Kaya hat binçavkirin
WAN (DÎHA) - Endamê Meclîsa DBP'ê Gani Kaya û welatî Îshak Yilmaz hat binçavkirin.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê Endamê Meclîsa DBP'ê Gani Kaya ajokarê maşînê Îshak Yilmaz dema ji Wanê dihatin Erdîşê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina Kaya û Yilmaz nehat zanîn. Kaya û Yilmaz birin Midûriyeta Polîsan a Erdîşê.
(mae)