DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ciwanan tayînkirina qeyûmê şermezar kir û rê girtin

13 Îlon
19:54 2016

AMED (DÎHA) - Li taxa Rezan a Amedê komek ciwan bi armanca tayînkirina qeyûman şermezar bikin rê li trafîkê girtin û çalakî pêk anîn.

Komek ciwan bi armanca tayînkirina qeyûmê şermezar bikin li kolana Emekê ya Taxa Mewlana Xalît a Baglarê çalakî pêk anîn. Koma ciwanan deng derxistin û fîşekê hewayî avêtin. Koma ciwanan ku rê li trafîkê girtin, nîv saetê çalakî pêk anîn. Polîsên bi maşînê zirxî hatin cihê bûyerê bi ava şit û bombeyên gazê mudaxaleyî ciwanan kir û pevçûn derket. Pevçûna di navbera ciwan û polîsan de li kolanan belav bû.

(ot/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN