DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Yuksekdag: Emê li nirx û eniyên wan xwedî derbikevin

 
13 Îlon
18:38 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Hevseroka HDP'ê Yuksekdag li Nisêbînê axivî û diyar kir ku Nisêbîn 15 caran dorpêç kirin, malên gel hilweşandin, bi dehan ciwan qetil kirin; lê dîsa jî Nisêbîn li ser lingan e û ew dê li nirx û eniyên cangoriyên Nisêbînê xwedî derbikevin.

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlementerên Mêrdînê jî di nav de bi girseyek mezin ji bo Cejna Qurbanê ya gelê Nisêbînê pîroz bikin hatin navçeyê. Şande serî çû avahiya DBP'ê û piştre şande çû ziyareta malbatên kesên di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dan. Piştî ziyareta malbatan şandeyê li Parqa Aştiyê derbarê Nisêbînê û pêvajoyê daxuyanî da. Hevberdevka HDK'ê Gulîstan koçyîgît di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser taxên bi têlan ve hatiye dorpêçkirin û got di vê rewşê de tu xwestek û coşa gel ji cejnê re tuneye.

'Guh bidin bangawaziya birêz Ocalan'

Koçyîgît derbarê pêvajoyê de axivî û ev tişt anî ziman: "Hikumeta AKP, Erdogan û dewlet dibêjin 'em kurdan li tu deverê naxwazin'. Em dibêjin ev ne tu rê ye. Ev hişmendî ne tu hişmendi ye. Werin ji vê rêbaza xwe vegerin. Ew qeyûmên we avêtin ser hilbijêrên me ne hiqûqî ye, ne jî însanî ye. Em ji vir bang dikin. Werin guh bidin bangawaziya birêz Abdullah Ocalan. Ger hikumet dixwaze aştî çêbibe dê şandeyeke xwe bişîne Îmraliyê û bi awayekî demokratîk vê pirsgirêkê çareser bikin. Her wiha ev ablûkaya li ser Nisêbînê em dixwazin demildest rabe û jiyan bibe wek berê."

'Li Nisêbînê hêvî, mirovahî, bawerî, rûmet li ser lingaye'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku wan li Nisêbînê gelek malbatan ziyaret kiriye û tu rewşa cejnê nedîteye. Yuksekdag da zanîn ku li tu malê cejn tunebû û heta niha tu carî cejn nehatiye vî bajarî. Yuksekdag bi lêv kir ku ji ber tax bi têlan hatine dorpêçkirin û di van taxan de 3 goristan jî hene û wiha domand: "Bi hezaran dayik ji ber van têlên şermên nikarin biçin ser gora zarên xwe. 200 metre dûrbûna gora zarokên xwe nikarin biçin. Nisêbîn 15 caran xistin bin ablûkayan. Tax hatin hilweşandin. Bi dehan ciwanên me kuştin. Bi hezaran mal hilweşandin. Lê ev bajar nemir. Ligel hemû tiştan Nisêbîn li ser lingan e. Tu carî serê xwe netewandin. Hêvî, mirovahî, bawerî, rûmet li ser linga ye. Tu carî nikarin van tiştan bindest bikin."

'Ev îxtîdar dê di dîrokê de bi lanetê bê bibîranîn'

Yuksekdag derbarê qeyûma jî ev tişt anî ziman: "Niha jî hatine dibêjin 'me dest danîn ser şaredariyan'. Tu bi çi curetê dest datînî ser şaredariyên me? Ev şaredariyên me bi vîna gel hatine hilbijartin. Gelê me dê van rêbazên we yên antîdemokratîk bi berxwedan û têkoşîna xwe vale derbixe. Ev gel her dibêje aştî, hûn qerekol û qelekolan ava dikin. Niha jî şaredariyên me kirin qerekol. Em baş dizanin kî meşrû ye kî gayrî meşrû ye. Ev lîstikên we yên reş dê hemû vala bên derxistin. Em ê li qada jiyana xwe xwedî derbikevin. Canê me pir şewitî, canê me hatin sitendin. Em jî ji bo canê xwe, ji bo têkoşîna wan, mîrasa wan xwedî derbikevin. Em ê li nirx û eniyên wan xwedî derbikevin. Ev îxtîdar dê di dîrokê de bi lanetê bê bibîranîn. Em vêya baş dizanin."

Daxuyanî bi diruşmeyên, "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

Heyet piştî daxuyaniyê ji bajêr veqetiya.

(kom/no/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN