Hevserok DBP'ê û 3 kes hatin girtin
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Elkê ji 10 kesên beriya 3 rojan hatinbûn binçavkirin Hevserokê DBP'ê Hîkmet Ataman û welatiyên bi navê Serhat Guven, Haci Yîgît û Bengîn Ataman hatin girtin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê 10'ê mehê tîmên taybet li taxên Karşiyaka, Beroj û Pasar bi ser gelek malan de girtibûn û Hevserokê DBP'ê Hîkmet Ataman jî di navde 15 welatî xistibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Elkê serê sibê 5 welatî hatibûn berdan. Danê êvarî 10 welatiyên din jî derketîn pêşberî dadgehê. Ji 10 kesan Hevserokê DBP'ê Hîkmet Ataman, Serhat Guven, Haci Yîgît û Bengîn bi hinceta, "alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin.
Hate hînbûn ku 4 kesên hatine girtin şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
(kom/no/mae)