DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Erdogan peyama berdewama şer da

13 Îlon
17:21 2016

STENBOL (DÎHA) - Serokomar Tayîp Erdogan di pîrozkirina cejna qurbanê ya li Halîça Stenbolê de axivî û diyar kir ku ew tayînkirina qeyûman kêm dibîne û got ku ew dikarin hilbijartiyan wekî hingiv jî ji peywirê bigirin û peyamên berdewame şer da.

Serokomar Tayîp Erdogan di hevdîtina cejna qurbanê de têkildarî tayînkirina qeyûmê û êrîşa li Wanê axivî.

'Wekî hungiv em dikarin wan ji peywirê bigirin'

Erdogan balkişand ser tayînkirina qeyûmê û got ku DBP'î berdêlê didin û anî ziman ku ew wekî taqekesî qeyûman kêm dibîne û got ku niha jî ji me dipirsin û dibêjin 'Hûn çawa hilbijartiyan ji peywirê dûrdixin? û wiha got: "Em hilbartiyan nasnakin. Kesên bên hilbijartin wekî hungiv jî em dikarin ji kar dûrbixin."

Erdogan di berdewama axavtina xwe de balêkişand ser êrişa li Wanê û got ku li hemberî yên teqîn pêk anîne ewê têkoşîna xwe bidomînin û got ku 53 kesên birîndar ji Nexweşxaneyê derketin.

'Ger parlemento bixwaze dê îdam bê'

Erdogan têkildarî daxwaza îdamê de jî axivî û got ku gel dixwaze îdam şûnve bê û anî ziman ku ger Parlemento biryara îdamê bigire kes nikare li hemberî vê derkeve.

'Behsa peyamên aştiyê yên Ocalan nekir'

Erdoganê ku di axavtina xwe de peyamên şer da, behsa peyamên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên aştiyê nekir.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN