HPG: Li Wanê 18 tîmên taybet hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Navenda Ragihandina Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî êrîşa li dijî noqteya polîsan a li ber avahiya AKP'ê ya Wanê de daxuyanî da û êrîş girt ser xwe. HPG'ê diyar kir ku bombeya Qazanê ya hêzên dewletê li Kurdistanê avêtibû, neteqiya ye gerîlayên wan ev li dijî noqteya polîsên li Wanê bi kar aniye û di çalakiyê de 18 tîmên taybet hatine kuştin.
Navenda Ragihandina HPG'ê der barê êrîşa bi maşîneya bombebarkirî ya li navenda Wanê li dijî noqteya polîsan a li ber avahiya AKP'ê de daxuyaîn da. Di daxuyaniya HPG'e de hat aşkera kirin di çalakiya li qada Beşyolê ya Wanê, avahiya AKP'ê, noqteya polîsan û 3 konteynirên polîsên tîmên taybet hedef hatine girtin, 18 polîsên tîmên taybet hatine kuştin. HPG'ê got "Di çalakiyê de zêdeyî 30 wezîfedarên AKP'ê û polîsên tîmên taybet jî birîndar bûn."
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
"Bombeyeke qazanê ya ku ji aliyê balafirên şer ên dewleta AKP'ê ve li Kurdistanê hatibû avêtin, ne teqiya. Ev bombeya qazanê li wesayîtekê hat bicihkirin û li dijî polîsên li ber avahiya AKP'ê ya bajêr disekinî hat teqandin. Ev çalakî li dijî qetilkirina ciwanên kurd ên li taxên Wanê û darbeya qeyûmê ya vîna gelê kurd tine dihesibîne, weke bersivekê hatiye lidarxistin. Detayên vê çalakiyê bi vî rengî ne:
Roja 12'ê Îlonê saet di 10:45'an de, li herêma Beşyolê ku avahiya AKP'ê, noqteya ewlekariyê ya polîsan û 3 konteynirên polîsên tîmên taybet (POH) lê bûn, çalakî hat lidarxistin. Li meydana ku çalakî lê pêk hat, avahiya walîtiyê jî heye. Di encama vê teqînê de piraniya konteynirên POH'ê îmha bûn û 3 maşînên zirxî rûxiyan. Avahiyên AKP'ê û polîsan jî zerareke mezin dîtin.
Di encama vê çalakiyê de 18 polîs û tîmên taybet mirin, zêdeyî 30 wezîfedarên dewleta AKP'ê û POH'ê birîndar bûn."
(ms)