DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Ji ber teqîna bombeyan em li ber îflasê ne'

13 Îlon
15:52 2016

ENQERE (DÎHA) - Esnafên Enqerê derbarê dan û stendina Cejna Qurbanê de axivîn û diyar kirin ku rewşa niha li Tirkiyeyê tê jiyîn û teqîna bombeyan nahêle ew karê xwe yê esnaftiyê bikin û gotin hemû esnaf li ber îflasê ne.

Esnafên Enqerê derbarê dan û stendina Cejna Qurbanê de axivîn û diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şaş ên derve û hundirîn rewşa esnafan her roja pêştir ber bi nebaşiyê ve diçe. Esnafan da zanîn ku di salên borî de wan rojê herî kêm 3 milyar pere kar dikir û gotin lê piştî teqîna bombeyan dan û stendina wan ji sedî 50'î daketiye.

'Gel ditirse û ji malên xwe dernakeve'

Esnafê bi navê Zafer Yalçinê ku bazirganiya morik, guhar û berzendikan dike anî ziman ku pêvajoya şer bandorek neyînî li ser karê wan kiriye û ev tişt anîn ziman: "Bi rastî di nav bera dan û stendina îsal û salên borî de gelek cudahî he ye. Salên borî roja herî kêm, bi taybet erîfeya Cejnê de me nêzî 3 milyar pere qezenc dikir. Lê ji ber sedema teqîna bombeyan gel ditirse û ji malên xwe dernakevin.

'Tu kes nayê û naçe'

Yalçin bal kişand ser valahiya kolanan û wiha pêde çû: "Salên borî di erîfeya cejnan de dema ku mirov li wan kolanan dinêrî bi hezaran kes dihat û diçû. Lê îsal mirov dêma lê dinêre tu kesî nabîne. Gelek balkêşe cihekî wek Enqere kes naçe û nayê. Ger wiha berdewam bike hemû esnaf em dê îflas bikin."


'Ez qîmeta qulên xwe nizanim'

Esnafê bi navê Huseyîn Unluyê ku bazirganiya gulfiroşiyê dike jî got ku tu kes nayê dikana wî gulan nakir e û wiha axivî: "Bi rastî ez nizanim ku qîmeta gulan çiqas e. Sedamê vê jî tu kes nayê dikana min û gulan nakir e. Gel êdî ditirse û ji malên xwe dernakeve. Em di rewşekî gelek zor de dijîn. Ger ev pêvajo wiha berdewam bike em ê hemû îflas bikin."

(fd/ot)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN