Berdevkên Olî: Meseleya kurd bi Ocalan çareser dibe
STENBOL (DÎHA) - Berdevkên olî diyar kirin ku ew piştgiriyê didin hewldanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên çareserkirina meseleya kurd, ji ber wê xwedî li peyama Ocalan derdikevin.
Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi riya birayê xwe Mehmet Ocalan peyama aştiyê şand, piştgiriya ji bo peyama Ocalan ji hêla hemû beşên civakê ve hat destekkirin. Serokê Şaxa Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) ya Stenbolê û Endamê Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Alimên Olî (DÎAYDER) Mele Ekrem Baran, ji hedîseyên Hz.Muhammed mînak da û bal kişand ser girîngiya aştiyê. Baran aşkera kir ku heke di navbera du civakan de şer hebe, bi aştiyê tê çareser kirin û ev tişt got: "Meseleya kurd bi Birêz Ocalan tê çareser kirin."
Baran bang li dewleta tirk jî kir û xwest banga aştiyê ya ji hêla Ocalan ve hatiye kirin bi erênî pêşwazî bike û di navbera gelên kurd û tirk de çareseriyê pêk bîne.
Duzgun: Em li gel aştiyek bi rûmet in
Serokê Giştî yê Federasyona Elewiyên Bektaşî (ABF) Bakî Duzgun jî aşkera kir ku peyama Ocalan kurt û bi cewher he û di aliyê aştiyê de gelekî girîng e û wiha axivî: "Cenaze diçin her derê welat. Em naxwazin ev cenaze biçin. Em aligirê aştiyek bi rûmet a gelan in."
Duzgun piştrast kir ku kesên dixwazin şer bi dawî be ew in, lê dewlet di her derfetê de dixwaze şer derxe û bang li dewletê kir ku vegere aştiyek bi rûmet.
Felekohlu: Ocalan serwextbûna xwe ispat kir
Serokê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Bulent Felekoglu jî da zanîn gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn Ocalan wekî vîna xwe dibînin, ji ber wê bangên Ocalan gelekî girîng in. Felekoglu piştrast kir di pêvajoyeke li dijî gelê kurd debe pêk tên de, banga Ocalan a sulhê gaveke gelek mezin e û ev tişt anî ziman: "Em wekî gelê li Tirkiyeyê me dît ku Ocalan çiqasî bi serwext tevgeriya."
Felekoglu herî dawî destnîşan kir ku heke dewlet gavan nevêje dê gelên li Tirkiyeyê winda bikin û aşkera kir ku Ocalan aktorê sereke yê aştiyê ye.
(ms)