DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji DBP'ê ji bo çalakiyên dengderxistinê bangawazî

 
13 Îlon
15:02 2016


AMED (DÎHA)
- Alîkarê Hevserokên Giştî yê DBP Mehmet Arslan desterkirina 24 şaredariyên DBP’ê nirxand û diyar kir ku qeyûma AKP’ê li hemberî vîna azad a gelê wan bêrêzî û derbe ye û bang li gelê kurd kir ku divê gel bêdeng nemîne. Arslan got ku pêwîst e her roj saet di 20.00’an de çalakiyên dengderxistinê bên lidarxistin.

Li hember desterkirina şaredariyên DBP'î hêrsa gel her ku diçe mezin dibe û nerazîbûn jî kêlî bi kêlî zêde dibin. Siyaseta gelê kurd biryara çalakiya deng derxistinê girt. Têkildarî mijarê Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan desteserkirina 24 şaredariyên DBP’ê nirxand anî ziman ku AKP dixwaze şaredariyên ku bi hilbijartinê qezenc nekiriye bi riya qeyûmê xesp bike.

‘Ev li hember gel bêrêzî û darbe ye'

Arslan îdiayên AKP’ê ya “Şaredariyên DBP’ê alîkariya aborî dide PKK’ê” nirxand û wiha axivî: “Eger wisa ye çima heta niha tu lêpirsîn nedane destpêkirin. Her tim mifetîşên wan wek xebatkarên şaredariyan dihatin û diçûn, çima di destê wan de belgeyek tune ye? Eger heye çima bi gel re parve nakin? Ji xwe di destê wan de tiştek hebûya dê bi awayek korsanî kayum neavêtiban. Ev li hember îradeya gelê me bêrêzî û derbeye.”

‘Ew xwe dixapînin'

Arslan da zanîn ku ew desteserkirina şaredariyan nas nakin û wiha pê de çû: "Eger bihizirin dê bi rihetî li Kurdistanê bixebitin xwe dixapînin. Divê em bi gelê xwe re bi çalakiyên demokratîk û hiqûqî pêk bînin û heta wan ji Kurdistanê derbixin. Emê di rojên pêşiya me de planên xwe bidin daxuyandin.”

Banga çalakiya dengderxistinê

Arslan bang li gelê kurd kir ku divê gel bêdeng nebe, her roj seet 20.00’an çalakiyên dengderxistinê pêk bînin.

(ra-bî/bg/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN