DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Guh bidin peyamên Îmraliyê'

 
13 Îlon
14:47 2016

WAN (DÎHA) – Hevserokên DBP û HDP yên navend û navçeyên Wanê, bang li rayedarên Hikûmetê kirin û xwestin guh bidin peyamên Îmralî.

Piştî ku Mehmet Ocalan li grava Îmraliyê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û peyamê ji raya giştî re aşkere kir, siyasetmedarên Kurd ên Wanê bang li rayedarên Hikûmetê kirin û xwestin guh bidin peyamên ji Îmraliyê hatin e.

Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Sarisaç, diyar kir ku ji ber ew der barê rewşa tenduristiya Ocalan de bûne xwedî agahî gelek kêfxweşin û got ku peyamên Ocalan şandine gelek girîng in.

Sarisaç dazanîn ku ji bo aştiyek mayînde peywir dikeve ser milê hemû kesî wiha got: " Divê demildest xwîna dirijê bê rawestandin. Pêwiste ku Hikûmeta AKP'ê peywira dikeve ser milê xwe bicîh bîne û dest bi muzakereyan bike. Werin em hemû guh bidin peyamên ji Îmraliyê hatin e."

'Jin dikarin şêr rawestînin'

Hevseroka DBP'ê ya navçeya Artemêtan Atiye Şen jî dazanîn ku pêwiste beriya herkesî jin li peyama Ocalan xwedî derkevin û wiha got: "Eger tê xwestin ku şer bê rawestandin divê herkes peywira xwe bicîh bîne. Beriya herkesî jî divê jin peyama Ocalan baş binirxînin û ji bo rawestandina şer bikevin nava tevgerê."

'Divê bi Ocalan re muzakare dest pê bikin'

Hevserokê DBP'ê yê navçeya Rêya Armûşê Hazim Harmanci jî da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê rastî nerazîbûna gel hat û got ku di encama berxwedanê de hevdîtin hat kirin û wiha got: "Ji bo şer bê rawestandin divê herkes bikeve nava tevgerê. Peyama Ocalan a 'Em dikarin di nava 6 mehan de pirsgirêkê çareser bikin' gelek girîng e û divê Hikûmeta AKP'ê di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de gav biavêje û bi Ocalan re dest bi muzakereyan bike."


'Pêwiste hemû kes li peyamê xwedî derkeve'

Hevserokê DBP'ê yê navçeya Tûşba yê Veysel Guntîn jî bang li tevahî raya giştî kir û xwest herkes li peyama Ocalan xwedî derkeve û pêwistiya wê bicîh bîne.


'Xwesteka me azadiya Ocalan e'

Hevserokê HDP'ê yê navçeya Tûşba yê Giyasettîn Gûltepe jî da zanîn ku encama berxwedanê herkesî dît û xwest her du alî jî li peyama Ocalan xwedî derkevin û wiha got: "Careke din hat dîtin ku rêya çareseriyê Îmraliye. Divê hevdîtinên li Îmraliyê berdewam bike. Ji bo rawestandina xwînê divê teqez hevdîtinên bi Ocalan re dewam bikin."

(era-svd/ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN