DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Hevserokên KCD, HDK û HDP'ê hatin Nisêbînê

 
13 Îlon
14:35 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Hevserokên KCD, HDK û HDP'ê ji bo Cejna Qurbanê ya gelê Nisêbînê pîroz bikin hatin navçeyê.

Koma ku ji Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, parlementerên Mêrdînê jî di nav de ji bo Cejna Qurbanê ya gelê navçeya Nisêbînê a Mêrdînê pîroz bikin hatin navçeyê. Kom ewilî hat avahiya DBP'ê ya navçeyê û ji hêla gelên Nisêbînê û siyasetmedaran ve hatin pêşwazîkirin. Li vir Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît axivî. Koçyîgît diyar kir ku Nisêbîn ligel hemû hewildanên hovane li ser piyan e û wiha axivî: "Nisêbîn tu carî têk neçû. Nisêbîn berxwedanek dîrokî nîşanî me da. Em bi serbilind in. Em vê sekna we silav dikin. Vîna gelê me neşikandin. Niha jî dest danîn ser şaredariyên me. Ligel van êrîşan em ê berxwedanek mezin nîşanî wan bidin. Li her deverê em ê li ber xwe bidin."

'Tecrîda li ser Ocalan divê demildest bê rakirin'

Koçyîgît bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi mîlyonan gel dibêjin Ocalan rêberê me ye. Em tecrîda li ser birêz Ocalan bi tundî şermezar dikin. Divê ev tecrîd demildest rabe û fikr û ramanê gelê kurd bi hemû gelan re bê parvekirin."

Piştî ku şande ziyareta malbatên kesên di berxwedana Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane bi dawî bike dê li ber Parqa Aştiyê daxuyaniyekê bide çapameniyê.

(kom/no/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN