DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Çermê ajalan ên ji bo alîkariyê hatin berhevkirin hatin desteserkirin

 
13 Îlon
13:52 2016

DÎLOK (DİHA) - Berhevkirina Çermê ajalan ên ji hêla Komeleya Rojava ve li Dîlokê ji bo alîkariya gelê Şirnex, Cizîr, Silopî û Nisêbînê pêk dihat bi hinceta OHAL'ê hat astengkirin.

Polîsan li navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîl ên Dîlokê bi ser depoya Komeleya Rojava ku çerm lê dihatin berhevkirin de girt û dest danî ser 300 çermê ajalan.

Hevserokê DBP'ê yê Şahînbeyê Talat Yilmazsoy nerazîbûn nîşanî serdegirtinê da û anî ziman ku polîsan astengkirina berhevkirina çermê ajalan wekî pêkanînên OHAL'ê nîşan dane.

Yilmazsoy dazanîn ku wan bi polîsan re nîqaşkiriye û got ku polîsan ji wan re gotiye ji bilî Diyanetê kes nikare çermê ajalan kom bike û wiha got: "Dema polîsan dest danî ser çermê ajalan ên ku me berhevkirin, wesayitên hin komeleyan li nava taxan li çermê ajalan digeriyan. Dema me got ew kes ji bo çi digerin jî bersiva 'Wan destûr ji Walîtiyê girtine' dan."

Yilmazsoy dazanîn ku pêkanîna polîsan cotstandardiye û anî ziman ku OHAL tenê ji bo Kurdan derbesdar e.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN