Li Elkê 5 kes serbest hatin berdan
ŞIRNEX (DÎHA) - Ji 15 kesên ku di 10'ê îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê hatin binçavkirin 5 kes serbest hatin berdan.
Ji 15 kesên ku di 10'ê îlonê de li navçeya Elkê ya Şirnexê hatibûn binçavkirin kar û barê pirsiyariya 5 kesan a li Miduriyeta Polîsan bidawî bû û sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Dozgerê ku îfadeya 5 kesên bi navê Mehmet Cîn, Halîme Akdag, Şîlan Cemal Ataman û Fîkret Ataman girt bi hinceta 'Alîkarî dane rêxistinê' xwest bên girtin û ew sewqî dadgeriyê kirin.
Welatiyên li dadgeriyê îfadeyê wan hatin girtin serbest hatin berdan.
10 welatiyên ku di nav de Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Hîkmet Ataman jî heyî hêj li Midûriyeta Polîsan ê navçeyê tên ragirtin.
(ot)