DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Buroya Hiqûqê ya Asrînê: Divê hemû mafên Ocalan bên tesîs kirin

 
13 Îlon
13:21 2016

STENBOL (DÎHA) - Buroya Hiqûqê ya Asrînê bal kişand ser rewşa miwekîlên xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê di serî de parastin û ragihandin, divê hemû mafên Ocalan ên bingehîn bên tesîskirin.

Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan roja yekşemê li Îmraliyê bi kekê xwe re hevdîtin pêk anî û aşkera kir ku hêj tecrîda li ser Ocalan berdewam dike. Buroya Hiqûqê ya Asrînê der barê rewşa miwekîlên xwe Ocalan de daxuyanî dan û destnîşan kir ku hêj fikarên wanên der barê tenduristî û girtina Ocalan de berdewam dike, di binê van şertan de 2 salan hevdîtin bi Ocalan re nehatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin piştî demek dirêj agahî ji Ocalan girtin û başbûna tenduristiya Ocalan gelekî girîng e, lê li gel Ocalan 3 girtiyên ku tên girtin, hevdîtina wane bi malbat û parêzeran re pêk nehatin, bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Di berdewama daxuyaniyê dehat gotin ku bi awayekî sîstematîk dirêjkirina tecrîdê û muameleya xirab binpêkirina mafan e û wiha hat gotin: "Ev bi vekirî tê dîtin ku astenkirina hevdîtina ku meh û salan dibîne, îzolasyonê ji holê nade rakirin. Hevdîtinên herî mafdar ên wekî hevdîtina bi malbatê re, di şexsê Birêz Ocalan de pêk nehatin di pêvajoyeke wiha de tê wateya astengkirina mafan."

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev 5 sal e parêzeran bi Ocalan re hevdîtin pêk neaniye, ev bi serê xwe berdewama pergala tecrîdê ye, hat xwestin di serî de mafê parastin û hevdîtinê divê hemû mafên bingehîn bên tesîskirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN