Li Elkê 5 kes hatin berdan
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Elkê ji 15 kesên ku beriya 3 rojan hatibûn binçavkirin 5 welatî hatin berdan û 10 welatî jî hêj di bin çavan de tên girtin.
Li taxên Karşiyaka, Beroj û Pasar ên navçeya Elkê ya Şirnexê beriya 3 rojan tîmên taybet bi ser malan de girtinbûn û li gel Hevserokê DBP'ê Hîkmet Ataman 15 kes hatibûn binçavkirin. Piştî sê rojan welatiyên bi navê Mehmet Cîn, Fîkret Ataman, Cemal Ataman, Halîme Akdag û Şîlan Cîn derketin pêşberî dadgehê û serbest hatin berdan.
Hevserokê DBP'ê Hîkmet Ataman jî di nav de 10 welatiyên din hêj li Miduriyeta Polîsan a Elkê tên ragirtin.
(kom/no)