2 jinên ku tê îdiakirin gerîla ne hatin qetilkirin
ŞIRNEX (DÎHA) - Li gundê Ribehiyê yê Silopiya 2 jinên ku tê îdiakirin endamên YJA-Starê ne di encama serdegirtina tîmên taybet a li gund hatin qetilkirin.
Li gundê Ribehiyê yê navçeya Silopiya Şirnexê duh serê sibê tîmên taybet bi ser malekê de girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di dema serdegirtina gund de 2 jinên ku tê îdiakirin endamên YJA-Starê ne hatin qetilkirin û hate hînbûn ku cenazeyên jinan rakirine morga li Deriyê Sînor ê Xabûr. Her wiha xwediyê mala ku tê îdiakirin herdu jin li wir bûn jî hatiye binçavkirin û li Fermandariya Cendermeyan a Silopiya tê ragirtin.
Gundê Ribehiyê du roj in di bin dorpêça leşkeran de ye.
(kom/no)