Leşker û cerdevanan baxçe û bostan qedexe kirin

AMED (DÎHA) - Li sêgoşeya gundê Boxaz, Keydaliya û Qalxanê yên Erxeniyê ligel ku biryareke fermî tuneye ji dûh êvarê ve ji aliyê leşker û cerdevanan ve ji ber sedemek nayê zanîn ev herem hat qedexekirin.
Li gorî çavkaniyên heremî ragihandin ji dûh êvarê ve li sêgoşeya gundên Boxaz, Keydaliya û Qalxanê yên Erxenî ya Amedê, ligel ku tu biryareke fermî tuneye jî leşkeran bi hevkariya cerdevanan herem xistiye bin dorpêçê û herem ji çûn û hatina welatiyan re hatiye qedexekirin. Hat hîn bûn ku gelek maşîneyên leşkerî jî li vê heremê tên rawestandin. Nayê zanîn herem ji ber çi hincetê hatiye qedexekirin.
Welatiyên vê sibê xwestine biçin baxçe û bostanên xwe ji aliyên leşker û cerdevanan ve hatine astengkirin. Cerdevanan ji welatiyan re gotiye "Ev herem qedexe ye. Neyên vir." Ji dûh êvarê ve heta niha hêj herem girtiye û nahêlin kes biçe vê heremê.
Her wiha çavkaniyên heremî ragihandin ku ev bû demek e li vê heremê hin kesên bi kincên kontrayan digerin û li vê heremê faliyetên kontrayê tên meşandin.
(bg)