DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Agirbesta li Helebê tê çavderîkirin

13 Îlon
10:07 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Navenda Çavdêriya Lihevkirina Sûriyeyê derbasbûna bajarê Helebê yê ku duh agirbesta demkî lê hat ragihandin xist bin çavdêriye.


Hat ragihandin ku Navenda Çavdêriya Lihevkirina Sûriyeyê ya Welatê Rusya bendek kontrolê ya livbar danî ser rêya Kastello ya li bakurê Helebê yê Suriye yê.

Piştî hevdîtinên di navbera Amerîka û Rusyayê de li Sûriyeyê agirbest hatibû îlankirin. Hate diyar kirin ku ji bo mirovên bixwazin ji Helebê derkevin û alîkariyên mirovî bo Helebê bên şandin dê Rusya li ser rêya Kastello ya di bin kontrola rejîma Sûriyê de ye benda kontrolê dîne.

Herwiha Cîgirê Serokê Navenda Çavdêriya Lihevkirinê serheng Sergey Kapîtsîn ê Rûs diyar kir di çarçoveya peymana di navbera Rûsya û Amerîkayê de, wan biryar girtiye ku rêya Kastello bi awayekî taybet bê çavderîkirin.

Kapîtsîn diyar kir ku rejîma Suriye yê amadeye ku dûrî rêya Kastello biçe da ku komên dijber jî heman tiştî bikin.

(ot)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN