'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'

ŞIRNEX (DÎHA) – Hevşaredarê Sîlopiyê Seyfettîn Aydemîr ê ku bi qayûmê ve hat desteserkirin diyar kir ku ligel pêkûtiyan ew ê paş ve gav neavêjin û bi gelê xwe ve têkoşîna xwe bidomînin.
Hevşaredarê Sîlopiya Şirnexê Seyfettîn Aydemîr ê ku di hilbijartinên 30'ê Adara 2014'an de ji sedî 85 deng wergirt û bû hevşaredar di 2'yê Adarê de ji peywira xwe hat durxistin û der barê wî de nêzî 20 doz hat vekirin. Aydemîr tayînkirina qeyûman û desteserkirina şaredariyan nirxand.
'Gel me anî bila gel me bişîne'
Aydemîr destnîşan kir ku qeyûm pêkanînekî nehiqûqî ye û ew ê li dijî vî nehiqûqiyê têbikoşin. AYdemîr gotinên Tayyîp Erdogan û rayedarên hikûmetê yê "Em bi hilbijartinan hatin, gel em anîne dê ancax ew be bibin" bi bîr xist û wiha got: "Ligel vê yekê jî tayînkirina qeyûman li dijî îradeya gel bêrêzî ye. Em bang li AKP û yên Tirkiyeyê bi rêve dibin dikin. Werin em biçin hilbijartineke nû, gele gel naxwaze bila ew me bibin."
'Em ê qeyûmên hatine tayînkirin nas nekin'
Aydemîr da zanîn ku ji roja hatine heta niha der barê wan de delîl tên afirandin û doz tên vekirin, herî dawî ew û Hevşaredar Emîne Esmer ji peywir hatine durxistin, li ser vê Ahmet Tolog ê ku li şûna wan wekî wekîlê hevşaredar hatiye hilbijartin jî hatiye girtin û wiha axivî: "Bi nêzîkatiyên bi vî rengî re nikarin encamê bigirin. Li vir bi memurekî nikarin gelê Sîlopiyê bi rêve bibin. Em ê qeyûmê hatiye tayînkirin nas nekin."
Mamosteyê 27 salan û hevşeradar
Aydemîr ê ku mamosteyê 27 salan e wiha got: "Bi salan min weke endamê Egîtîm Senê ev têkoşîna xwe meşand. Di van rojan de bi hezaran mamoste ji kar hatin avêtin û qayûm hatin tayînkirin, AKP dê mudaxaleyî hemû saziyan bike."
Aydemîr herî dawî peyama "ew ê wekî mamoste û hevşaredar bi gelê xwe re têkoşîna xwe bidomîne" da.
(sa)