Hikûmet hat hişyarkirin: Dê qeyûm şer kûrtir bike

WAN (DÎHA) - Saziyên civakî yên bajêr bertek nîşanî qeyûma avêtin ser şaredariyên wekî Erdîş, Qelqelî, Riya Armûşê û Artemêtê û diyar kirin ku dê qeyûm şerê li welat zêdetir kûrtir bike.
Piştî hikûmeta AKP'ê bi riya qeyûmê şaredariyên Erdîş, Qelqelî, Riya Armûşê û Artemêt a Wanê destaser kir, bertekên saziyên li bajar zêde bûn û xwestin dest ji vê pêkanînê bê berdan. Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) Umît Dede, diyar kir ku hikûmetê li dijî hemû beşên muxalîf şerê tupyekun daye destpêkirin û aşkera kir ku ev pêkanîn di 12'ê Îlonê de jî nehatine dîtin.
Dede piştrast kir ku vîna gel li vir hatiye gaspkirin û got ew dê di aliyê hiqûqî de parastinên xwe bikin. Dede bi lêv kir ku ev gasp kirina mafên gel e û xwest hikûmet dest ji vê yekê berde.
Melet: Derbeya rast bi qeyûmê hat
Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Murat Mete jî qeyûm wekî derbeyê şîrove kir û wiha pêde çû: "Desthilatdariya her gavê behsa demokrasiyê dike, careke din samîmyeta xwe da nîşan. Li cihekî bê hiqûqî hebe, ev li darazê tê çareserkirin, li vir daraz derve hatiye hiştin. Desthilatdarî nikare biryareke wiha bide. Heke pirsgirêk hebe dê riya vê çûyîna gel e."
Tîmur: Di hiqûqê de cihê qeyûmê tune
Serokê Baroya Wanê Murat Tîmur jî destnîşan kir ku heke di saziyeke bazirganiyê de pirsgirêk hebe û nikaribe xwe bi rêve bibe, li dijî wê qeyûm tê avêtin û wiha pêde çû: "Lê cara yekem e li dijî şaredariyên me qeyûm tên avêtin. Li gorî mevzuata Yekitiya Ewropayê divê hêj zêdetir rêveberiyên herêmî bên bi hêz kirin, berovajiyê wê hewldan di dewrê de ne. Heke rewaş wiha be wê demê pêwîstî bi hilbijartinê tune. Bi qayûmê vîna gel ji holê hat rakirin."
MAZLUM-DER: Tu wateya hilbijartinan nema
Serokê Şaxa Komeleya Piştgiriya Ji Bo Mazluman (MAZLUM-DER) Yakup Alsan jî got "Şaredarekî ji hêla gel ve hatibe hilbijartin, tenê gel dikare ji peywîrê bigire" û di vê der barê de ev tişt got: "Ji derveyê vê hemû pêkanîn derveyî hiqûqê ye. Ev ne pêkanîneke bi xêrê ye. Heke sûcekî wan hebe daraz dê vî hesabî bipirse. Vîneke ku gel hilbijartibe kesek nikare ji peywîrê bavêje. Ne xwe tu wateya hilbijartinê nîne. Divê demek ji ya din zûtir aştî pêk bê."
(ms)