DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Navenda çandê veguherandin qereqolê

 
13 Îlon
09:05 2016

ÇEWLÎG (DÎHA) - Qonaxa Semtê ya ji bo çand û feleyetên civakî hatibû avakirin, berî ku bê vekirin ji hêla şaredariya AKP'ê ve dan Midûryeta Polîsan a Bajêr.

Qonaxa Semtê ya di sala 2013'an de ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ve ji bo felyetên civakî û xebatên çandî li taxa Yenîmahalleyê hatibû avakirin. Qonaxa bi 580 hezar TL'yî hatibû avakirin, hêj vekirina wê pêk nehatibû bi biryara endamên Meclisa Şaredariya AKP'ê teslîmî Midûryeta Polîsan hat kirin. Biryara di meha îlonê de di civîna Meclisa Şaredariyê de hat girtin, her çendî 6 endamên DBP'ê dengên na jî bi kar anîn, bi dengên zêde yên AKP'ê biryar hat dayîn ku teslîmî polîsan bê kirin.

Navenda ji bo xebatên çand û civakî hatibû avakirin, beyî ku tu pêşniyar ji gel bê girtin dewrî midûryeta polîsan hat kirin û gel bertek nîşanî vê rewşê da. Piştî biryarê polîsan kulubeyên seyar anîn dora qonaxê û têde bi cih bûn.

(ms)




.




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN