DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi meclisên gel çanda xwe diparêzin

 
13 Îlon
09:00 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Elewiyên ereb ên li taxa Kazanli ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, xwe di bin banê meclisên gel de rêxistin dikin û çanda xwe didin jiyan kirin.

Elewiyên ereb ên li navçeya Akdenîzê ya Mêrsîsê dijîn di bin banê meclisên gel de canda xwe didin jiyan kirin. Ufuk Sultanoglu da zanîn piştî li Sûriyeyê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî elewiyan kiriye, wan biryareke wiha girtiye û ev tişt got: "Hêj DAIŞ li ser sînor tevgera wê dewam dike, dê di demên pêş de çi biqewime ne diyar e. Em bi riya vê meclisê hem çanda xwe û hem jî parastina xwe dikin."

'En dixwazin çanda xwe bidin jiyan kirin'

Sultanoglu aşkera kir ku çanda elewiyên ereb gelekî dewlemend e û wiha pêde çû: "Mînak şahiya meya Hefrî hey. Di şahiyên êvarê de bi zimanê erebî stran tên gotin û şano tê leyîstin. Bi vê riyê çand ji nivşê pêşerojê re tê hiştin." Sultanoglu da zanîn ew wekî Meclisa Gel a Kazanli nû dest bi rêxistinkirinê kirine, îsa ji bo zarokan kûrsên havînê dane destpêkirin û bi erebî perwerdeyê didin zarokên xwe.

'Em parastina xwe bixwe dikin'

Endamê Meclisa Gel a Kazanliyê Ahmet Yaman jî diyar kir ku ew wekî elewiyên ereb, nû nû ji pişaftinê hisiya ne û wiha pêde çû: "Em vê rêxistinbûnê ne ji bo nijadperestiya ereb dikin. Em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku êdî hêzên dewletê jî dibên em nikarin we biparêzin. Ji ber wê em ewlehiya xwe jî bixwe digirin."

Yaman bal kişand ser xetereya li dijî ziman jî û piştrast kir ku li dijî gelên wekî kurd, elewî en Anatolyaya Navîn pêla pişaftinê di dewrê de ye û bi riya meclisên gel çand û zimanên xwe jî diparêzin.

Welatiya bi navê Meysen Gorunoglu jî destnîşan kir ku di bin banê meclisê de parastina xwe ya rewa jî pêk tînin û bal kişand ser aboriya civakê. Gorunoglu da zanîn gelê Kazanliyê bi cotkariyê re mijûl e û got ew bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, bi riya meclisê pirsgirêkên xweyên aboriyê jî çareser dikin.

Soner Temur jî di Meclisa Gel a Kazanliyê de cih digire û der barê xebatên xwe de ev tişt got: "Cejnên meyên olî gelekên wan bingeha xwe komînalî ne. Lêji ber polîtîkayên pergalê êdî cihê van rekabet derketiye holê. Em dixwazin bi riya van meclisan vê hevrejiyana komînal ava bikin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN