'Heta em azad nebin cejn ji bo me tune ye'
ENQERE (DÎHA) - Jinên Enqerê der barê Cejna Qurbanê, şerê li Bakurê Kurdistanê, Qeyûman û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kirin.
Jinên Enqerê bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin heta Ocalan negihêje azadiya xwe, gelê kurd azad nebe û şer bi dawî nebe cejn ji bo wan heram in. Jinan der barê qeyûman de jî nêrînên xwe anîn ziman û wekî destaserkirina vîna gel pênase kirin.
Gulistan Ozgan a 59 salî 28 sal in li gundê Zivzî ya navçeya Şîrvana Sêrtê ji ber xwestekên dewletê neanîn cîh cek ranekirin û nebûn cerdevan axa xwe terikandin û koçî Enqereyê bûn, birayê wê jî di komkujiya Enqerê de jiyana xwe ji dest daye. Ozgan da zanîn ku kurd bi kuştin û komkujiyan naqedin, bi salan e dewlet dixwaze ew dev ji doza xwe ya kurdbûnê berdin û wiha axivî: "Dewlet bi salan êrîşî me kir û xwest em bibin cerdevan. Lê me cek hilnada û em nebûn cerdevan. Ji ber vê yekê em ji axa xwe dûr ketin."
'Gelê kurd xwedî li doza xwe derdikeve'
Ozgan destnîşan kir ku dewleta tirk her tim li hemberî gelê kurd komkujiyan pêk tîne û ev tişt got: "Dewleta tirk her tim li Kurdistanê komkujiyan dike. Ji ber ku li hemberî van komkujiyan gelê kurd tu caran serî netewand û her roj zêdetir xwedî li doz, ax û dîroka xwe derket, her ku xwedî li doza xwe derket bûn hedefa dewletê."
'Dilê me nagire em cejnê pîroz bikin'
Ozgan bi lêv kir ku gelê kurd her tim ji bo şeref û namûsa xwe dijî û wiha pêde çû: "Gelê kurd xwedî vînek mezin e. Di nav van şert û mercên giran de em cejnê pîroz nakin. Ger gelek her tim bibe hedefa dewletê, ziman, çand û hebûna wan neyê zanîn, ji bo wî gelî şahî û dîlan heram in. Heta niha bi sedan bira, xwîşk, zarok, jin û bavên me hatin kuştin. Em ê çawa rabin cejnê pîroz bikin."
'Ocalan Rêberê me ye'
Ozgan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha berdewam kir: "Ocalan Rêberê me ye. Em amade ne ku ji bo Rêberê xwe canê xwe bidin ber agir. Ger Rêberê me azad nebe û ev tecrîd berdewam bike dê bi milyonan kes ji bo wî canê xwe bide. Niha jî dewlet bi riya tayînkirina qeyûman dixwaze dest danîne ser vîna gel. Ev qirêjiya hikûmeta AKP'ê ye û nayê qebûl kirin."
'7 salî heta 70 salî rabin ser piyan'
Ozgan herî dawî bang li gelê kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê li hemû bajarên Kurdistanê ji 7 salî heta 70 salî hemû rabin ser piyan û xwedî li dîrok, çand, ax û zimanê xwe derkevin. Ger em ranebin ser piyan em dibin hevparê vî şerî û em teslîmî desthilatdariyê dibin. Îro roja xwedî derketina Kurdistanê ye, rabin em bi hev re zilm û zordariya ku li hemberî gelê kurd tê meşandin bi dawî bikin."
'Heta em azad nebin cejn ji bo me tune'
Jina bi navê Zahîde Îzcî jî anî ziman ku heta bira û xwîşkên wan bên kuştin ji bo wan cejn tune ye û ev tişt got: "Tu wijdan qebûl nake ku di nav van şert û mercan de cejn bê pîroz kirin. Ji ber vê yekê cejn ji bo me tune. Heta em azad nebin em cejnê pîroz nakin. Lê em dizanin gelê kurd bi biryarî dê berxwedanê bimeşîne û dê azadiya xwe ji destê desthilatdaran bistîne."
'AKP bi vîna gel dileyze'
Îzcî aşkera kir ku dewlet li hemberî gelê kurd di hemû qadan de şerekî taybet û derûnî dide meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Herî dawî tayinkirina qeyûman nîşan dide ku hikûmeta AKP'ê vîna gelê kurd nas nake. Ev yek jî dibe sedema şerekî taybet. Lê gelê kurd tu caran li hemberî van qirêjiyan serî netewand û natewîne."
(fd/ms)