DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

13 Îlon
08:58 2016

* Qonaxa Semtê ya ji bo çand û feleyetên civakî hatibû avakirin, berî ku bê vekirin ji hêla şaredariya AKP'ê ve dan Midûryeta Polîsan a Bajêr.

* Elewiyên ereb ên li taxa Kazanli ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê dijîn, xwe di bin banê meclisên gel de rêxistin dikin û çanda xwe didin jiyan kirin.

* Girtiyê ji Kobaniyê Muhammed Muhammed ji ber ku di tûrikê moziya wî de qelîştek heye heye gurçikên wî bi xetereya rizandinê re rû bi rû ye. Muhammed di nameya xwe de aşkera kiriye ku ji ber ku nasnameya wî tune ew terkî mirinê hatiye kirin.

* Saziyên civakî yên bajêr bertek nîşanî qeyûma avêtin ser şaredariyên wekî Erdîş, Qelqelî, Riya Armûşê û Artemêtê û diyar kirin ku dê qeyûm şerê li welat zêdetir kûrtir bike.

* Hevşaredarê Sîlopiyê Seyfettîn Aydemîr ê ku bi qayûmê ve hat desteserkirin diyar kir ku ligel pêkûtiyan ew ê paş ve gav neavêjin û bi gelê xwe ve têkoşîna xwe bidomînin.

* Jinên kurd ên li Bursayê konserveyên bi xebateke koleftîk amade kirin, dê ji qadên rêveberiya xweser re bişênin. Jinan banga piştevaniyê li gelê kurd û raya giştî jî kir û xwest ew jî piştgiriyê bidin xebata wan.

* Jinên Enqerê der barê Cejna Qurbanê, şerê li Bakurê Kurdistanê, Qeyûman û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nirxandin kirin.

* Serlêdanên cejnê yên di navbera partiyên siyasî de bûye kevneşopiyekî, dê CHP, DSP û Partiya Saadetê li Navenda Giştî ya HDP'ê serkêdanê pêk bîne. Dê HDP jî bi heman şêwazî biçe serdana wan. (10.40/10.55/11.10)

* Dê HDP'a Enqereyê bi gel re bernameya pîrozkirina cejnê pêk bîne. Dê di saetên êvarê de li Kolana Yukselê biryarên qeyûmê şermezar bike. (11.00/16.00)

* Dê bi beşdariya Hêzên Demokrasî û Kedê yên Enqereyê li Kolana Yuklesê qeyûmên avêtine ser şaredariyan bên şermezar kirin. (11.00)

* Piştî qeyûm avêtin ser Şaredariya Pirsûsê ji bo şermezarkirina qeyûmê çalakiya nobedê hat destpê kirin, bi beşdariya xebatkarên şaredariyê û gel dê çalakî berdewam bike. (13.00)

ÇAND Û HUNER

* Hostanê tembûrê Huseyîn Ozer ev 49 sal e li tembûrê dixe, der barê êrîşên li dijî civaka elewî de ev tişt got: "Pîr Sultan Abdal li dijî xirabiyê li ber xwe da. Em ê jî li ber xwe bidin. Em ê gotina xwe timî tim bînin ziman."

JIN

* Rêxistinên jinan bal kişand ser qeyûma ku vîna gelê kurd tune dike û aşkera kirin ku ev di heman demê de êrîşeke li dijî "hevserokatiyê" ye û wekî pêkanînke "dijminane" şîrove kirin.








ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN