DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Endamê YPS'ê ji bo nekeve dest dawî li jiyana xwe anî

12 Îlon
21:39 2016

WAN (DÎHA) - Li taxa Şehîd Firat a navçeya navendî ya Wanê di navbera polîs û endamên YPS'ê de şer kerket, di şer de ciwanekî jiyana xwe ji dest da, ciwanek jî ji bo nekeve dest dawî li jiyana xwe anî.

Li taxa Şehîd Firat a navçeya navendî ya Riya Armûşê ya Wanê, di navbera polîs û endamên YPS'ê de şer derket. Di şer de ciwanekî jiyana xwe ji dest da, mala ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin, ciwanê di malê de ji bo nekeve dest dawî li jiyana xwe anî. Şahidên buyerê aşkera kirin ku ciwanê ku ket malê ferdên di malê de ji bo tiştek bi wan neyê ew derxistine derve û dawî li jiyana xwe aniye.

Piştî buyerê ciwanên jiyana xwe ji dest dabûn cenazeyê wan rakirin Nexweşxaneya Tibê ya Dursun Odabaşi, xwediyê malê Seyît Tatar hat binçavkirin

Der barê nasnameya ciwanan de agahî nehat bi dest xistin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN