DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Divê AKP ji bo çareseriyê riyekî diyar bike'

 
12 Îlon
17:25 2016

EDENE/MÊRSÎN (DÎHA) - Partiyên siyasî yên Edene û Mêrsînê, saziyên sivîl û parazvanên mafên mirovan, piştgirî dan peyama Ocalan a çareseriyê û ev tişt hat gotin: "Ji bo pirsgirêk çareser bibe divê desthilatdarî û dewlet vînekî diyar bikin û li gorî wê riyekî daynin pêşiya xwe."

Li ser bertekên raya giştî duh birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan li Îmraliyê bi kekê xwe re hevdîtin pêk anî, piştî peyama Ocalan, ji gelek saziyên civakî û partiyên siyasî piştgirî hat. Hevserokê HDP'a Edeneyê Huseyîn Beyaz diyar kir ku ji bo ev kuştin bi dawî bibin, divê pêvamoyeke muzekereyan bê destpê kirin.

Endama SGDF'ê Aylîn Yildiz jî destnîşna kir ku ji bo tundî, zext û komkujî bi dawî bibin, divê dewlet di aliyê aştiyê de gavên şênber bavêje.

Serokê Şaxa ÎHD'a Mêrsînê Alî Tanriverdî jî peyama Ocalan nirxand, da zanîn roja ku konsepta şer ketiye dewrê heta niha, çareserî li Îmraliyê bûye û aşkera kir ku peyama Ocalan bangeke ji bo dewletê ye. Yildiz ji dewletê xwest di demeke kurt de gavan bavêje.

Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu jî bal kişand ser girîngiya peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Meseleya kurd ne meseleyeke 30-40 salî ye. Ev bi sedan sal e didome. Wekî Birêz Ocalan jî aniye ziman, heke vînek bê diyar kirin dê ev mesele di 6 mehan de çareser bibe."

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgerên Yekgirtî Hakan Aktaş jî piştrast kir ku Ocalan peyameke pir girîng ji bo cejnê daye, ji bo wê jî berpirsyarî ketiye ser milê dewletê. Aktaş bi lêv kir ku gelê kurd û tirk şer naxwaze, lê AKP di şer de israr dike, divê AKP rûnê ji nûve vê yekê bifikire.

Endamê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk a Mêrsînê Mehmet Seyîtoglu jî destnîşan kir ku Ocalan di aştiyê de bi israr e, her dem ji bo gelan wekî ronahiyê ye.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Giştî yê EMEP'ê Halîl Îmrek anî ziman hevdîtina bi Ocalan re gelekî girîng e û aşkera kir ku dê bi şer tu tiştek li welat neyê çareser kirin. Îmrek bang li dewletê kir demek ji ya din zûtir bi Ocalan re hevdîtinê bike û polîtîkayên aştiyane bixe meryetê.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN