'Peyama Ocalan girîng e, divê hikûmet gavan bavêje'

STENBOL (DÎHA) - Piştî 18 mehan peyamek ji Ocalan hat girtin, piştgiriya ji bo peyamê jî dereng nema. Rojnameger Celal Başlangiç piştgirî da peyamê û ev tişt got: "Ocalan wekî wezîran bê berpirsyar tevnegeriya. Negot 'an hero yan mero' û peyama wî zelal bû."
Piştî Mehmet Ocalan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pek anî, der barê peyama Ocalan de li Amedê bi çalakvanên greva birçîbûnê re daxuyanî da çapemeniyê. Piştî peyamê piştgirî jî zêde bûn.
Gursoy: Ez hêvîdar im dê ev şans bê bi kar anîn
Prof. Dr. Gencay Gorsoy peyama Ocalan nirxand û diyar kir ku ew hêvîdar e dê ev peyam wekî sala 2012'an mizgîniyekî bi xwe re bîne û ev tişt got: "Divê bê nirxandin. Ez hêvîdar im dewlet, hikûmet û desthilatdarî dê vê derfetê di vê cejnê de ji bo rawestandina xwînê bi kar bîne. Ev mesele ne meseleyeke ku neyê çareserkirin e. Li gelek deverên cîhanê jî mijarên wiha hatine nirxandin, her çendî windahiyên mezin jî hebin di cihekî de li hev hatine. Ez hêvîdar im dê ev derfet bê bi kar anîn."
Yildirim: Peyama Ocalan gelekî girîng e
Rojnameger Ayşe Yildirim jî peyama Ocalan gelekî girîng dît, divê teqes dewlet bersivê bide peyama Ocalan. Yildirim bi lêv kir ku dema li qeyûmên hatine avêtin û nêzikatiya hikûmetê ya li dijî Bakurê Sûriyeyê jî bê mêzekirin, dê vê helwesta xwe berdewam bike, lê li gorî daxuyaniyên Mehmet Ocalan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser 3 projeyên çareseriyê bi 3 kesan re dixebite.
Wekîlê AKP'ê yê berê: Hêj Ocalan heye...
Wekîlê AKP'ê yê berê yê Xarpêtê Feyzî Îşbaran li ser hesabê xweyî Twîtterê der barê peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ev nivîs parve kir: "Abdullah Ocalan hêj ne girtî bû jî ji diyalogê re vekirî bû. Wê demê jî bi dewletê re hevdîtin pêk tanî. Hêj Ocalan heye hevdîtin rast e. Piştî wî gelek zehmet e. Mirineke Ocalan derkeve holê, dewlet bi Qandîl-PKK'ê de zehmete muxatabekî bibîne. Ev berdewama şidetê ye."
Başlangiç: Ocalan negot 'an hero yan mero'
Rojnameger Celal Başlangiç jî destnîşan kir ku Ocalan dewletê di aliyê çareseriyê de wekî berpirsyar nabîne û ev tişt anî ziman: "Ocalan wekî wezîrên AKP'e bê perpirsyar tev negeriya. Gotina 'An hero yan mero' bi kar neanî. Bi bîr xist ku perpirsyariyeke mezin dikeve ser milê dewletê. Yanî ev dîsa bi bîra dewletê xist. Dê îro pêde berpirsyarî ya dewletê be."
Başlangiç got "Ji hêlekî ve qeyûman davêjin ser şaredariyan ji hêla din ve birayê wî dişînin giravê" û ev tişt li axaftinên xwe zêde kir: "Dewlet ji hêlekî ve gaveke erênî davêje, li hemberê wî jî gaveke neyênî tê avêtin. Divê dest ji vê yekê bê berdan."
Polat: Li gorî ruhê peyama 2013'an e
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî piştrast kir ku peyama Ocalan li gorî ruhê peyama Newroza 2013'an e û wiha pêde çû: "Ocalan di demên borî de jî ji bo çareseriya pirsgirêkê û ji bo rawestandina xwînê pêşniyar kiribûn, di vê pêvajoya zehmet de peyameke bi vî rengî anîna rojevê gelekî girîng e.
Polat herî dawî aşkera kir ku heke rastî bên holê dê çareserî bê nîqaş kirin.
(ms)