Li pişt têlan cejn pîroz kirin

MÊRDÎN (DÎHA) - Welatiyên Nisêbînê yên taxên wan bi têlan hatiye pêçan, Cejna Qurbanê li pişt têlan pîroz kir û nekarîbûn 3 goristanên di nava têlan de ziyaret bikin.
Welatiyên Nisêbînê ku xanî û taxên wan qedexe ne û bi têlan hatiye pêçan; Cejna Qurbanê bi xemgînî li pişt têlan pîroz kirin.
Welatiyên ku malên wan ên li taxên Kanîka, Elîka, Koçer û Şehît Gelhat ji hêla tank û topan ve hat hilweşandin, li dervê malên xwe cejn pîroz kirin. Welatiyên ku nekarîbûn biçin mal û taxên xwe, nekarîbûn ku 3 goristan di nava taxan de maye jî ziyaret bikin. Welatiyan xwest gorîstanên Şehîdan ên taxên Kanîka û Elîka ya Yenîşeherê ku hatiye wêrankirin ziyaret bikin, lê nekarîbûn têlan derbas bikin. Li gelek deveran welatî çûn ser goristanan û ji xizmên xwe re dûa kirin. Lê bi hezaran welatiyên Nisêbînê ji ber têlên şermê nikar biçin. Malbatên, xwestin biçin ser goristanan ji ber têlan nikarin biçin. Malbatan helwesta rayedarên dewletê şermezar kirin û gotin: "Nahêlin em di rojên pîroz de jî biçin ser gorên xizmên xwe.
Zarokên ku her cejn bi coşek mezin derdiketin kolanan û şekir berdev dikirin, di vê cejnê de coş û kelecana wan tune bû.
(kom/mae)