Egîtîm-Senê banga piştgiriyê ji gel kir
AMED (DÎHA) - Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm-Senê ya Amedê bi daxuyaniyekî ji peywîrgirtina mamosteyan şermezar kir û aşkera kir ku ew dê dest ji têkoşîna xwe bernedin û bang li gel jî hat kirin piştgiriyê bidin çalakiyên wan.
Piştî Serokwezîr Binali Yildirim gefa dê 14 hezar mamoste ji peyvirê bên girtin li mamosteyan xwar, hikûmetê zagona 672'an a KHK'ê Amade kir. Piştre piranî endamên Egîtîm-Senê 11 hezar û 285 mamoste ji payvirê hatin girtin. Li dijî vê biryarê Egîtîm-Sena Amedê çalakiya rûniştinê da destpê kirin, çalakiya momosteyan di roja 7'an de didome.
Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê der barê ji dûrxitina mamosteyan de li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de endam û rêveberên Egîtîm-Senê amade bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Egîtîm-Senê ya Amedê Hava Karahancî ve hat xwendin. Karahancî diyar kir ku ji bo kedkaran cejn tune ye, berxwedan heye û wiha got: “Em dûrxistina mamosteyan qebûl nakin. Hîkûmet bi îdiaya "ew tevli sûcên terorî" bûne li hemberî wan zextan pêk tînin. Bi piştgiriya çapemeniya hewzê li hemberî kedkarên cemaweriyê êrîş dan destpê kirin û ev jî kuştina bê daraz e."
Karahancî di dewama axaftina xwe de piştgiriya ji bo mamosteyan anî ziman û ev tişt got: "Di binê her şert û mercî de em ê piştgiriya ji bo hevalên xwe berdewam bikin, çi aliyê hiqûqî û çi jî aliyê manewî de dê xebatên me bidomin. Hevalên me di vê der barê de itirazên xwe kirin. Di li hemû navêndan kampanyayên îmzayan ên 'Ez mamosteyên xwe dixwazin' bên li darxistin. Ev îmzayên di 5’ê Cotmehê 'Roja Mamosteyan a Cîhanê' de bên berhevkirin, dê ji TBMM, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Parlamentoya Awropayê re bên şandin. Dê li hemû hereman meşa li heta Enqereyê bê li darxistin. Dema dibistan vebin dê di navbera saet 17.00’ û 19.00’an de çalakiya rûniştinê ya 'Ez mamosteyê xwe dixwazim' bên li darxistin. Dema çalakiyên ku bên li darxisitn, heke dewlet êrîş bike, em ê dest bi greva birçîbûnê bikin. Her wiha dê çaliyên meyên rûniştinê jî berdewam bikin."
Karahacnî herî dawî bang li gel jî kir û xwest gel piştgiriyê bide çalakiyên wan.
(rd-ra/ms)