DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Geveriyan cangoriyên azadiyê ziyaret kirin

12 Îlon
15:11 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi sedan welatî çûn serdana goristanên gerîlayên HPG, YJA-Star, YPG, YPJ û kesên di berxwedana xwerêveberiyên cewherî de jiyana xwe ji dest dane.

Sedan welatiyên ku piştî nimêja Cejna Qurbanê çûn Şehîdgeha Bajêrgeh û taxa Ormanê, qurnefîl danîn ser gorê şervanan. Ligel sedan welatiyan, Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, rêvebirên HDP, DBP’ê û endamên MEYADER’ê jî beşdarî serdana goristanan bûn.

Welatiyen serî de çûn Şehîdgeha Bajêrgeh a li taxa Esenyurtê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekî rêz girtin. Parlamenter Zeydan li vir axaftinek kurt kir û ev tişt anîn ziman: “Gelek ciwanan xwe ji bo gel feda kir. Ji ber van berdêlan gelek serkeftiyên kurdan çêbû. Peywira me ye ku em jî xwedî li bîranînên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane derkevin.”

Heyeta HDP û DBP’ê piştre derbasî Şehîdgeha taxa Ormanê bûn û malbat ziyaret kirin. Dayikan li ser gorên zarokên xwe dua kirin û kulîlk danîn ser goran.

(kom/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN