Goristanên li bajaran hatin ziyaretkirin
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Bi minasebeta cejnê li Stenbol, Wan, Colemêrg û Agiriyê welatiyî herikîn ser goristanan û gorên xizmên xwe ziyaret kirin.
Li Stenbolê di nav de Wekîlê HDP'ê Erdal Ataş, Hevseorkê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbaş û hevseorkên navçeyan jî di nav de bi sedan welatî çûn serdana goristanan û gorên cangoriyên azadiyê ziyaret kirin. Berî serlêdana goristanan bi sedan kesên li ber Mala Cemê li hev civiyan, dirûşmên "Şehîd namirin" û "PKK gel e gel li vir e" hatin berzkirin.
Hevserokê HDP'a Stenbolê Dogan Erbaş di serdanê de axivî û aşkera kir ku ew dê têkoşîna xwe heta dawiyê berdewam bikin. Wekîlê HDP'ê Erdal Ataş jî kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û komkujiyên demên dawî şermezar kirin.
Li Wan, Colemêrg û Agiriyê jî di nav de xebatkar û rêveberên HDP, DBP û bi sedan welatî çûn serdana goristanan, di serdanên welatiyan a goristanan de kêliyên hestewar qewimîn û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bi bîranîn.
Piştî ziyaretên li goristanê, girseya li navçeya Erdîşê ya Wanê çûn serdana rêveberên HDP û DBP'ê yên berî qeyûma li Erdîşê hatibûn binçavkirin û cejna malbatan pîroz kirin.
Goristana li mezraya Serê Solan ya li Colemêrgê jî hat ziyaretkirin. Bi sedan welatî çûn serdana goristanê û gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bi bîr anîn.
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê jî welatî li ser goristanê bûn, dia hatin kirin û şekir li zarokan hat belavkirin.
(ms)