DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Endamê Meclîsa DBP hat binçavkirin

12 Îlon
14:04 2016

ŞIRNEX (DÎHA) - Polîsan di serdegirtina malan de endamê Meclîsa DBP'ê Bilal Aydin binçav kir.

Endamê Meclîsa Bilal Aydin li Cizîrê hat binçavkirin. Polîsan duh bi ser malan de girt û endamê Meclîsa DBP'ê Yunus Durdu, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Alî Akdeniz hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de Bilal Aydin jî hatiye binçavkirin. Destûr nedan ku parêzer biçin kesên hatin binçavkirin bibîne.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN