Walîtiyê der barê teqînê de daxuyanî da

12 Îlon
13:30
2016
WAN (DÎHA) - Walîtiya Wanê der barê teqîna li ber avahiya AKP'ê ya Wanê de daxuyanî da.
Îro di saetên danê nîvro de li dijî noqteya polîsan a li ber avahiya AKP'ê ya Wanê êrîşeke bombeyî pêk hatibû, Walîtiya Wanê der barê teqînê de daxuyanî da. Walîtiyê da zanîn maşîneke bombebarkirî ya li herêmê hatiye bicihkirin teqiya ye, di teqînê de 48 kesa birîndar bûne.
Walîtiyê îdia kir ku piştî qeyûma li dijî şaredariyan peyamên gefxwarinê ji wan re hatine.
(ms)