Destpêkê tabelaya kurdî rakirin

12 Îlon
12:22
2016
AGIRÎ (DÎHA) - Qeyûma avêtin Şaredariya DBP'ê ya Giyadîn pratîka yekemîn a qayûmê rakirina tabelaya kurdî bû.
Hikûmeta AKP'ê li dijî 28 şaredariyan qeyûm avêt, ji van şaredariyan yek jî ya Giyadînê ya Agiriyê bû. Yek jî xebatên şaredariyê ku girîngî dida pir zimaniyê, cara ewil di serdema şaredariyên DBP'ê de ket meryetê. Lê qeyûmên ji hêla AKP'ê ve hatin avêtin, destpêkê êrîşî pirzimaniya gelan kir û tabelaya li şaredariyê peya kir.
Qaymeqam Mekan Çevîren ê duh wekî qeyûm hat avêtin, tabelaya kurdî ya di avahiya xizmetê ya şaredariyê de hatibû daliqandin peyta kir.
Bi vê pêkanînê tabelaya "Şaredariya Giyadînê" ya ku bi salan bû gelê Giyadînê li avahiya xwe de daliqandibû hat rakirin.
(ms)