DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Golo derbe pêk bihata dê xirabtir bibûya?'

 
12 Îlon
12:11 2016

STENBOL (DÎHA) - Welatiyên Stenbolê diyar kirin ku dema mijar dibe Serokomar Erdogan demokrasî heye, dema dibe destkeftiyên kurdan demokrasî tune û ev tişt hat gotin: "Gelo derbe pêk bihata dê hêj xirabtir bûya?"

Hikûmeta AKP'ê li qeyûm avêt ser 24 jê şaredarên DBP'ê bi giştî 28 şaredariyan, ev pêkanîn ji hêla welatiyên Stenbolê ve hat şermezarkirin. Vesfî Civak (58) da zanîn divê gelê kurd li kolanan xwedî li şaredariyên xwe derkeve û ev tişt got: "Divê em dest ji vê yekê bernedin. Divê em li dijî qeyûman serî rakin." Nacir Cebe (64) jî aşkera kir ku şarerdarî vîna gel in.

Nesîm Aydogdu (36) jî bi lêv kir ku divê gel vê biryarê qebûl neke û wiha axivî: "Dema ku civak rabe serpiyan e. Destdanîna ser şaredariyên gel, nenaskirina vîna gel e. Bi vê yekê jî tê dîtin gelê kurd tê metînger kirin."

Fadîk Temîzyurek (49) jî bal kişand ser hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê û piştî wê Serokomar bi hezaran welatî dewetî kolanan kir û ev tişt anî ziman: "Her tişt li gorî wî (serokomar) demokratîk e, lê dema mijar dibe gelên li Tirkiyeyê û kurd ev demokrasî pêk nayê. Îro jî heman tiştî dikin. Hilbijêrên ku gel daye pêşiya xwe, nayên naskirin. Gelo derbe pêk bihata dê ji vê xirabtir bûya?"

'Em ê şaredariyên xwe dîsa bigirin'

Semra Dîzmen (35) jî aşkera kir ku dewletê li dijî vîna gel derbe pêk aniye, bi vê yekê dest danîne ser vîna gelê kurd. Dîzmen got "Li dijî me hêzeke dewletê heye, lê em ê jî li kolanan mafên xwe biparêzin. Divê em wekî gel çi bang tên kirin û em xwedî li şaredariyên xwe derkevin."

'Bil Erdogan xeyalên xwe ji bîr bike'

Jiyan Cîhan (50) diyar kir ku ew mirovên xwedî vîn in û ev tişt anî ziman: "FETO'yê debeyek li Erdogan da, heke Erdogan jî bifikire ku derbeyekî li me bixe, xwe dixapîne. Bila vê xeyala xwe biterikîne."

Ahmet Guden (40) jî destnîşna kir ku li welatên demokratîk dest danaynin ser şaredariyan û piştrast kir ku şaredarî mafên gel in. Guden da zanîn ev derbeyeke li dijî vîna gel e.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN