Gorên YPS/YSP-JIN'ê ziyaret kirin

AMED (DÎHA) - Bi minasebeta Cejna Qurbanê endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî gora Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ku ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin û gorên şervanên YPS û YPS/JIN'ê ziyaret kirin.
Endam û rêveberên HDP, DBP, MEYADER û malbatên ku zarokên wan di şer de jiyaa xwe ji dest dan bi minasebeta Cejna Qurbanê gora Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ê di 5'ê Tîrmehê de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin li goristana Deriyê Mêrdîn ziyaret kirin. Dîsa gorên endamên HPG'ê yên li goristana Yenîkoyê ya Rezan jî bi girseyî ziyaret kirin.
Heyetê gorên endamên YPS û YPS/JIN'ê jî bi girseyî ziyaret kir. Dîsa gorên endamên YPS û HPG'ê yên ku hêj nasnameyên wan nehatine diyarkirin û di gorên bêkesan de hatine definkirin ziyaret kir.
(mae)