Medya AKP'ê darbe parast

ENQERE (DÎHA) - Medya hawiz ku AKP'ê tayînkirina qeyûmê ya 24 şaredariyên DBP'ê bi giştî 28 şaredariyan parast û di manşetên xwe de wekî "Paqijiya cejnê" bi nav kir. Çapemeniya muxalif jî wekî "Darbeya li dijî vîna milyonan" bi nav kir.
Duh hikûmeta AKP'ê ji bo 24 jê şaredariyên DBP'ê bi giştî 28 şaredariyan qeyûm tayîn kir. Piştî duh vîna gel li ber çavan nehat girtin bi zordariya AKP'ê rêveberiyên nû bi qeyûmê hatin dayînkirin rojname û çapemeniya hawiz û alîgirê AKP'ê di manşetên xwe de piştgirî dan hikûmet û dewletê. Rojnameyên AKP'ê bi manşetên "Paqijiya cejnê", "Hêlîna 28 rêxistinên terorê hat paqijkirin" derketin pêşberî xwendekaran. Çapemeniya muxalif jî bi manşetên "Darbeya li dijî vîna gel" derket pêşberî xwendekarên xwe.
Rojnameya Yenişafakê gotina Serokomar Erdogan dexist pêş û bi manşeta "Dereng jî maye" hat çapkirin.
Rojnamya Akşamê jî bi manşeta "28 şaredarî êdî di xizmeta gel de ye" hat çapkirin. Ji bîr kir ku şaredariyên bajarên kurdistanê ji sedî 70-90 dengê gel hatine hilbijartin. Rojnameya Guneş û Milatê jî bi sernavê "Dereng jî maye" û "Paqijya Cejnê" derket pêş.
Rojnameya Sabah û Yenişafakê jî heman ziman bikar anî. Rojnameya Tirkiye jî bi manşeta bi ser navê "Ji bo Aramiyê" piştgirî da qeyûmê.
Çapemeniya muxalif jî ev êrîş wekî dareya li dijî vîna gel bi nav kir.
Rojnameya Evrenselê bi sernavê "Vîna milyonan tune hat hesibandi" derket pêş. Rojnameya Bîrgun jî bi ser navê "Darbeya 12'ê Îlonê bi AKP'ê didome" hat weşandin û wekî "Desteserkirina vîna gel" bi nav kir. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî jî sernavê "Dîsa qeyûm" kir manşet û wekî "Darbeya li dijî vîna gel bi nav kir. Rojnameya Cumhuriyetê jî "12'ê Îlonê yên nehatine xelaskirin" derket pêşberî xwendekaran.
(mae)