Bijartiyên Artemêtê: Vîna gel nayê desteserkirin

WAN (DÎHA) - Bijartiyên Şaredariyên DBP'î ya Artemetê bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê dan û anîn ziman ku vîna gel nayê desteserkirin û dê li şaredariyan xwedî derkevin.
Bijartiyên kurd bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê dan û diyar kirin ku ew qeyûmê nas nakin. Bijartiyên kurd û xebatkarên şaredariyê yên Artemêtê bertekên xwe anîn ziman. Parlementerê HDP'ê Adem Geverî, diyar kir ku rayedarên AKP'ê bi zagonên KHK'ê derbe li vîna gel xist û wiha got: “Di salvegera darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de darbeya sivîl li dijî vîna gel pêk hat. Şaredariyên ku gel hilbijartibûn qeyûm tayîn kirin. Darbeya 12'ê îlonê dubare dibe. Em li dijî pêkanînên qeyûmê di ber xwe didin. Em bang li hikumetê dikin ku demildest dest ji tayînkirina qeyûmê berdin û dîsa vîna gel teslîmî gel bikin. Bi qeyûma vîna gel nayê desteserkirin û gel dê bi berxwedana xwe bi ser bikeve."
'Bila dîsa hilbijartin pêk bê'
Xebatkarê Şaredariya Artemêtê Salîk Kurt anî ziman ku pêwite ji bo vîna gel rêz bê girtin û wiha got: "Pêşniyara Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di cih de ye. Ger ku bixwazin bila dîsa hilbijartinê bikin û kî bi ser ket bila şaredarî ya wan be. Divê rêzdariyê nîşani vîn gel bidin."
'Hikûmetê darbeya sivil pêk anî'
Endamê Melcîsa Şaredariya Artemêtê Bişar Abukat jî, destnîşan kir ku îktîdara Tirkiye mohra xwe li kiryarên dijdemokratîk xist û wiha got: "Gel hevşaredar bijartin. Lê hikûmetê darbeya sivîl pêk anî. Em bijartî û endamên meclîsê vê biryarê û qeyûmê nas nakin."
(era/mae)