Peyama Ocalan li Amedê tê xwandin

AMED (DÎHA) - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan duh bi kekê xwe re hevdîtin pêk anîbû, ji bo peyama Ocala bê xwandin dê bi parêzeran re bê Amedê.
Mehmet Ocalan duh ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne çibû Girava Îmraliyê, di saetên êvarê de ji giravê vegeriya. Mehmet Ocalan der barê naveroka hevdîtinê de axaftin nekirin, ji Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê veqetiya.
Mehmet Ocalan piştî vegeriya Stenbolê, bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê re hevdîtin pêk anî û der barê hevdîtinê de hin parvekirin bi parêzeran re kir.
Li ser van hevdîtinan dê Mehmet Ocalan û Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Mazlum Dînç re îro berbi Amedê ve bikev rê.
Hat diyar kirin dê Mehmet Ocalan li Amedê bi Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û wekîlên HDP'ê re hevdîtinekî pêk bîne. Dê di hevdîtinê de naveroka nîqaşên li Îmraliyê ji berxwedêrên çalakiyê re bê vegotin û dê peyama Ocalan ji raya giştî re bê parvekirin.
(ms)