DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di nezareta 6 kesan de 19 kes dimînin

 
12 Îlon
09:03 2016

EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê endamê SYKP'ê Denîz Kurtoglu, bi îdîaya "endamtiya "DHKP-C û TKP-K"ê hat binçavkirin. Kurtoglu ku 5 rojan rastî lêpirsînê hat ji ber ku delîl peyda nekirin serbest berdan. Kurtoglu, diyar kir ku di nezareta 6 kesan de 19 kes dimînin.

Li Edeneyê di 30'ê Tebaxê de polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de endamê Partiya Rizgariya Ji Nûve Sosyalîst (SYKP) Denîz Kurtoglu, bi îdîaya "endamtiya "DHKP-C û TKP-K"ê hat binçavkirin. Kurtoglu ku 5 rojan rastî lêpirsînê hat ji ber ku delîl peyda nekirin serbest berdan. Kurtoglu, diyar kir ku tenê li ser îxbarê ew hat binçavkirin û ji ber vê yekê mexdûr bû. Kurtoglu, da zanîn ku di nezareta 6 kesan de 19 kes dimînin. Kurtoglu, da zanîn ku dozger lêpirsîna "Tu çima pirtûkên Îbrahîm Kaypakkaya dixwîne" pirsî. Kurtoglu, da zanin ku piştî li dadgehê jî îfade da bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN