Nijêma cejna li parkê kirin
AMED (DÎHA) - Mizgefên bûne navendên rantê yên dewlete, gelê kurd xwe lê vedikişîne. Li Amedê bi sedan kesî neçûn mizgeftê li parkê nimêja eydê kirin.
Di pêşengiya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) li Park Ormanê ya li navçeya Peyasê ya Amedê b sedan kes li hev civiyan û nimêja sivîl a eydê kirin. Welatiyên hatin qedê secadên xwe jî bi xwe re anîn û rex girtin û nimêja xwe pêk anîn.
Piştî nimêja eydê meleyê DÎK'ê Mehmet Emînoglu der barê wateya cejnê de axaftin kir û da zanîn cejin yekitî, biratî û parvekirin e. Divê di vê rojê de di navbera welatiyan de parvekirin bê kirin.
Emînoglu diyar kir ku cejin ne tenê bi dayik û bav re tê pîroz kirin, di heman demê de divê nexweş, sêwî û feqîr bên siyaretkirin û ev tişt anî ziman: "Di serî de kurd, cejna hemû mazluman pîroz be."
Piştî diayên hatin xwandin welatî cejna hevdu pîroz kirin.
(ms)