Malbatan gorên şervanên xwe ziyaret kirin
ŞIRNEX/MÊRDÎN (DÎHA) - Malbatên ku zarokên wan di şerê parastina rêveberiyên cewherî de jiyana xwe ji dest dan, bi minasebeta Cejna Qurbanê gorên zarokên xwe yên li Cizîr, Qoser û Artukluyê ziyaret kirin.
CIZÎR
Malbatên Cizîrê bi munesebeta Cejna Qurbanê gorên zarokên xwe ziyaret kirin. Malbatan diyarkir ku ew ê hertim li pey zarokên xwe bin û tu carî dev jî berxwedanê bernedîn. Malbatan di bin dorpêça polîsan de çûn gorên zarokên xwe ziyaret kirin û astengiya polîsan nas nekirin. Dayîka Umut Kurt êdi berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû Hanîfe Kurt diyar kir ku ew bi şehîdên xwe serbilindin û heta dawî dê li pey Serok û doza xwe bi meşin.” Malbatên din yên berxwedêrê Cizîrê jî bi peyamek hevpar diyar kirin ku ewê xwîna zarokên xwe li erdê nehêlin. Heta dawî li pey doza xwe bimeşin û ji bo têkoşîna azadiyê çi ji destê wan bê ewê bikin.
MÊRDÎN
Li navçeyên Qoser û Artûklûyê yên Mêrdînê jî malbatên endamên PKK'ê, YPG'ê û YPS/YPS-JIN di pêşengtiya MEYA-DAR'ê de çûn ser goristanan. Malbatên ku goristan ziyaret kirin dua xwendin û vegeriyan.
(mae)