Bijarteyên Pirsûsê meşiyan Şaredariyê
RIHA (DÎHA) - Bi sedan bijarte û xebatkarên Şaredariya Pirsûsê diyar kirin ku ew tayinkirina qeyûmê nas nakin û bi qeyûmê re naxebitin. Piştî daxuyaniyê li gel Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît meşiyan Şaredariya Pirsûsê.
Li navçeya Pirsûsêya Rihayê 110 xebatkarên Şaredariya Pirsûsê li ber avahiya DBP'ê kom bûn û bi daxuyaniyekê tayîna qeyûman şermezar kirin. Hevşaredarên Şaredariya Pirsûsê û rêvberên DBP'ê yên navçe û bajar jî amade bûn. Li ser navê komê Sinan Şeker daxuyanî da û diyar kir ku ew biryara qeyûmê nas nakin û dê bi qeyûmê re xebatê nekin. Piştî daxuyaniyê siloganên "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Qatil Edogan" berz kirin. Piştî daxuyaniyê li gel Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag wekilên HDP'ê Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit jî di navbe bi sedan kes ji avahiya DBP'ê ya Pirsûsê heta Şaredariya Pirsûsê meşiyan.
(mae)